Kalkan: Ev destpêkeke nû ye, divê her kes helwesta xwe zelal bike!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameyeke News Channel û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nirxand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameyeke News Channel û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nirxand.
Kalkan destnîşan kir, ev yek îlana şer e û got, êdî mafê YPG-YPJ û YBŞ'ê ye ku li her cihî li dijî artêşa Tirk şer bike.
Kalkan diyar kir, êrîşên 25'ê Nîsanê yên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê 'êrîşên bê pîvan û bê exlaq in' û bibîr xist, êrîşa li Şengalê hate kirin di salvegera Qirkirina Ermenî-Asûriyan a 24'ê Nîsana 1915'an de hate kirin.
TIRKIYE YEKSER DA NAVA ŞERÊ LI IRAQ Û SÛRIYEYÊ
Kalkan anî ziman, bi êrîşên li Şengal û Rojava re Tirkiye yekser ketiye nava şerê li Iraq û Sûriyeyê û got, "Ji xwe, dagirkirina Cerablûs û Babê kir ku hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê û Tirkiye li hemberî hev şer bikin. Bi van êrîşan re Tirkiyeyê yekser da nava şerê li Iraq û Sûriyeyê."
HEWL DIDIN DAIŞ'Ê BIPARÊZIN, RIZGAR BIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, di demekê de ku DAIŞ li Reqa û Mûsilê li ber têkçûnê ye, dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê biparêze, rizgar bike û wiha dewam kir: "Gelo kî niha dikare bêje AKP û MHP ji DAIŞ'ê cuda ne? Hewl didin DAIŞ'ê rizgar bikin. DAIŞ'ê diparêzin."
PDK'Ê DESTÛRA ÊRÎŞAN DA
Kalkan anî ziman, Erdogan dijminê Kurdan e, lewma yê li hember pêşmerge jî be lê dide û nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku destûra êrîşê daye dewleta Tirk. Kalkan got, "Ma wê ji mirov neyê pirsîn; ji bo rêveberiya PDK'ê karibe bêje 'Bila PKK derkeve' destûr da Tirkiyeyê ku bi balafiran bombeyan li Şengalê bibarîne?"
Kalkan destnîşan kir, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ji PDK'ê hêzê digirin ku van êrîşan bikin.
YÊN QELS, JI BER KU JI HILWEŞÎNÊ DITIRSIN ÊRÎŞ DIKIN
Dûran Kalkan diyar kir, Erdogan di nava desthilatdariya xwe ya 15 salan de di serdema herî qels de ye û ji ber ku ji hilweşînê ditirse, van êrîşan dike.
Kalkan got, "Rêveberiya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî di serdema xwe ya herî qels de ye. Tiştekî bi navê Komara Dewleta Tirkiyeyê li holê nema ye. Çeteya Tayyîp Erdogan ma ye."
YÊN KU ÎRO ŞENGALÊ DI NAVA LEPÊN FAŞÎZMÊ DE DIHÊLIN, WÊ SIBE HEWLÊRÊ JÎ BIHÊLIN
Di dewama axaftina xwe de Kalkan bang li PDK'ê kir ku li xeta xwe bipirse û ev tespît kir: "Yên ku îro Şengalê di nava lepên faşîzmê de dihêlin, wê sibe Hewlêrê jî bihêlin."
Kalkan ji PDK'ê re got, "Gelo hûn ê di nava êrîşên dewleta Tirk de dewleta Kurd îlan bikin? Şengal jî wê bibe endamekî vê dewletê? Eger bi vî rengî be, wê çaxê temamiya Bakurê KurdistanÂe li gorî PDK'ê rizgar bûye. Li wê derê dikarin bi AKP'ê re di zikhev de bi hêsanî bijîn."
EV DESTPÊKEKE NÛ YE, DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala destpêkeke nû kir û anî ziman, ku êdî wê ti tişt mîna berê nebe.
Kalkan bang li her kesî kir, ji bo helwesta xwe zelal bikin û got, "Ev destpêkeke nû ye. Êdî ti tişt mîna berê nabe. Bi rastî jî pêvajoyek qediya. Nêzîkatiya serîgerandinê, rewşa xumamî û îdarekirina gelek aliyan bi hev re, êdî qediya. Mîna berê nabe. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Yekîtiya Ewropa, Rûsya, Îran, PDK wê helwesta xwe diyar bikin. Li Rojhilata Navîn wê her kes helwesta xwe diyar bike. Alîgirê kê ne?"
EV ÎLANA ŞER E
Kalkan ji bo êrîşa Tirkiyeyê got, "Ev îlana şer e" û wiha dewam kir: "Li dijî Sûriyeya Demokratîk şer ragihand. Li dijî Iraq a demokratîk şer ragihand. Li dijî Şengal a xweser demokratîk şer ragihand. Êdî artêşa Tirk û hêzên YBŞ, YPG/YPJ di pozîsyona şer de ne. Ev şer e. Li biryargehê dan. Ev naşibe tiştekî din. Ji pişt ve xençer li hêzên ku hewl didin Reqayê ji DAIŞ'ê paqij bikin, xistin. Ev rewşeke ji rêzê nîne. Ev îlana şer e. Êdî artêş û dewleta Tirk di navenda şerê li Iraqê, şerê li Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye."
Kalkan destnîşan kir, ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve êdî mafê YPG/YPJ û YBŞ'ê ye ku li her cihî li dijî artêşa Tirk şer bike.