Kakabaveh: Divê hîn bêhtir zext li saziyên navneteweyî bê kirin

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh diyar kir, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan divê hîn bêhtir zext li CPT, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî were kirin.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh, li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

Kakabaveh diyar kir, girtiyên li Tirkiyeyê ji bo dengê xwe bidin bihîstin neçar mane ku greva birçîbûnê weke rêbazekê bi kar bînin û got, "Hem li gorî peymanên navneteweyî, hem jî li gorî qanûnên dewleta Tirk bi xwe, mafê girtî û mehkûman heye ku bên dermankirin û hevdîtinê bi parêzer û malbatên xwe re bikin. Lê belê destûr nayê dain ku Guven û girtiyên din ên siyasî werin dermankirin û ji mafê xwe bêpar tên hiştin."

PÊKANÎNÊN LI TIRKIYEYÊ ZALIMANE Û HOVANE NE

Kakabaveh bi bîr xist, Ocalan bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin û got, "Zêdeyî 2 sal in ji mafên xwe yên qanûnî bêpar e û destûr nayê dayin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Eger Tirkiye dixwaze li cîhanê bi başî qala wê bê kirin, divê tavilê hurmetê nîşanî mafên bingehîn ên Ocalan û girtiyên din ên siyasî bide. Ya ku li Tirkiyeyê tê kirin, zalimane û hovane ye."

Kakabaveh anî ziman, Tirkiye ji sala 2013'an û vir ve vediguhere dîktatorî û rejîma desthilatdariya şexsekî û got, "Êdî li Tirkiyeyê mirov nikare qala dadgeriya serbixwe bikin. Dadgerî û dewlet di kontrola Erdogan de ye. Erdogan bi xwe dikare li ser girtina Selahattîn Demîrtaş û HDP'yiyên din bide. Her kesên li Tirkiyeyê ne bi vê zanin, gel jî ji tirsa dengê xwe dernaxîne."

Kakabaveh destnîşan kir, dîrokê nîşan daye ku li cihê zext û zilm hebe, berxwedan û têkoşîn jî heye.

JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE XURTIR HEYE

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh li ser grevên birçîbûnê yên li Ewropayê jî got, "Medya Swêdê grevên birçîbûnê ji nedîtî ve tê. Rojnamevanên dixwazin li ser grevên birçîbûnê binivîsînin jî, redaksiyon nûçeyên bi vî rengî naweşîne. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan pêwîsî bi têkoşîneke siyasî heye û divê PKK ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin."

DIVÊ KURDISTANÎ ZEXTÊ LI PARLAMENTÊN LI EWROPAYÊ BIKIN JI BO BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Kakabaveh got, ji bo li welatên Ewropayê encamek bê bidestxistin, divê serî li rêbazên xurtir bê dayin û ev pêşniyar kir: "Kurdistaniyên li welatên rojava ne, ji bo bandorê li hikumet û parlamentan bikin divê bikevin nava hewldanan. Ji nûnerên partiyên siyasî re qala bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bike. Zextê li partiyên li parlamentan bikin ku li dijî Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin. Abdullah Ocalan lîderek e ku demeke dirêj ji bo mafên Kurdan têdikoşe. 20 sal in li girtîgehê ye. Beriya her tiştî divê mafên wî yên di nava qanûnên Tirk de bên naskirin û were berdan. Girîng e Kurdistaniyên li Ewropayê gotaran ji medyayê re bişînin. Di rûpelên nîqaşê de mijarê bikin rojev."

Kakabaveh hişyarî da ku heta tecrîdkirina Ocalan neqede û Ocalan neyê berdan wê şerê li Tirkiyeyê hîn giran bibe û got, "Dîrok nîşan dide ku serdest nikarin gelekî bi tûmanî tine bike. Kurd li her devera cîhanê ne û piştgiriyê didin gelê li Kurdistanê."