Jinên Tîrêjên Rojê li qereqola polîsan xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê ji du baskan ve bi bombe û çekên ferdî li qereqola polîsan xistine.

Di daxuyaniya Jinên Tîrêjên Rojê de hate ragihandin ku 21'ê Mijdarê saet di 02:03'ê de li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê bi teqemeniyan û çekên ferdî ji du baskan ve li hemberî qereqola polîsên dewleta Tirk çalakî kirine.

'KESÊ HATIYE DESTGÎRKIRIN ELEQEYA XWE BI YEKÎNEYA ME RE NÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiyê de du polîsên faşîst birîndar bûn. Kesekî li cihê çalakiyê birîndar bû, ji aliyê polîsên dewleta Tirk a faşîst ve bi êşkenceyê hate destgîrkirin. Ti eleqeya wî kesî bi yekîneya me re nîne. Yekîneya me piştî çalakiyê bi rengekî ewle xwe vekişand."