Jinên Tîrêjên Rojê: Fabrîkeya faşîstên AKP’yî hate şewitandin

Înisiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li du bajaran çalakî kirin û diyar kirin, wan fabrîkeyeke çar kat a faşîstên AKP’yî, kargeh û wesayîta gardiyanên girtîgehê û ya MHP’yiyên nijadperest şewitandine.

Înîsiyatîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir di 27,28 û 29’ê Îlonê de li Stenbol û Kocaeliyê hin çalakî kirine.

Înisîyatîfê diyar kir di 7’ê Îlonê de li navçeya Derînce ya Kocaeliyê 4 wesayît û marketeke ciwanên MHP’yî şewitandine.

Înîsiyatîfê got “Hêzên me di 28’ê Îlonê de li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê me li wesayît û kargehên gardiyanên faşîst ên AKP’yî dan. Di van çalakiyan de 3 wesayîtên luks û 2 dikanên nalbûriyeyê hatin şewitandin.

Di 29’ê Îlonê de li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê fabrîkeyeke çar kat a quşxaneyan a faşîstên AKP’yî bi teknîkeke taybet hate şewitandin. Fabrîke kete halê ku êdî neyê bikaranîn.”