Jinên Tîrêjên Rojê bi çalakiyan Cejna Vejînê silav kir

Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku wan ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, li navçeyên Mêrsînê, li dijî faşîstan çar êrîşên cucda li dar xistine.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku wan li Mêrsîn, Stenbol û Sakaryayê bi çalakiyan 15’ê Tebaxê pîroz kiriye û encama çalakiyan aşkera kirin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê anî ziman ku bi agirê ku wan bi dijmin xistiye wê hemû Kurdistanê ronî bike û têkildarî çalakiyên xwe ev agahî parve kir:

“ – 9’ê Tebaxê, li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, yekîneyên me 5 wesayîtên luks û marketekê dane ber agir û kirine ku hew bên bikaranîn.

- Yêkîneyên me di 10’ê Tebaxê de li Bozyazici ya Mêrsînê bi çekên bi destan çêkirî çalakî li dijî notirvanên faşîst li dar xistin, ji notirvanan du jê birîndar bûn.

- 11’ê Tebaxê li Şîleya Stenbolê, yekîneyên me di saet 23.30’an de li gundê Agya yê Şîleyê ji du aliyan ve bi çekên ferdî û teqemeniyên bi destan çêkirî wesayîtek a fermî ya polîsan xistiye. Ji aliyê înîsiyatîfa me ve hatiye eseh kirin ku ji polîsên di wesayîtê de yek jê bi guleyan bi giranî birîndar bûye. Piştî çalakiyê, yekîneyên me bi koordîneyî ji qada çalakiyê veqetiyane. 

- 11’ê Tebaxê, yekîneyên me depoyeke têkberên nava malê û du wesayîtên luks ên faşîst Mûrat Şen ê şerokê Ocaxên Mengî li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê dimîne, dane ber agir û bûye ku nayên bikaranîn.“

Înîsiyatîfê, 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan pîroz kir û ji bo xatirê şehîdan soza geşkirina têkoşînê û peyama “Dagirker, wê têk biçin, jin, ciwan û gelên Kurdistanê wê bi ser bikevin“ dan.