Jinên SDP'î bi armanca şermerzarkirina tundiya li dijî jinê pêk tê xwe zincîr kirin û wiha gotin: "Em mezin dikin! rojê 3 jin dimirin."
Jinên SDP'î bi armanca şermezarkirina tundiya li dijî jinan pêk tên xwe bi zîncîran bi Kuleya Saetê ya Konakê ve girêdan. Çalakiya 4 jinan li dar xistin pankrata "Em îtatê li tundiya dewleta desthilatdara zilam nakin! Em dê hesabê ji qatilên Gulay Armagan bi pirsin" vekirin û sloganên "Polîsên tecawizkar dê hesabê bidin", "Jinên SDP'î bêdeng namînin", "AKP destê xwe ji bedena me bikşîne" û "Em tundiya we qebûl nakin" qêriyan.
Di daxuyaniya li vir hate dayîn de hate diyakirin ku, Nevîn Y. tecawîzkarê kuşt lê ji cezayê wê ti daxistin pêk nehat û wiha hate gotin: "Em çalakiya Nevîn Y. diparêzin û daxwaza azadiya Nevîn Y. dikin. Ji 25'ê mijdarê re 4 roj man. Em serî li hemberî tundiya dewleta zilam nadanîn. Em tundiyê qebûl nakin. Bi destê AKP'ê tundî tê rewakirin. Em mezin dikin! rojê 3 jin dimirin. 30 salin di şer de herî zêde jin mexdur dibin. Em jinên SDP'î tundiyê qebûl nakin."
Polîsan bi tund êrîşî jinan kir û piştî zincîr qetandin binçav kirin. Ji jinên hatin binçavkirin yekê qêriya û got, "tacîzê dikin"