Jinên Kurd ên li Rûsyayê tecrîd şermezar kirin

Jinên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" ya KCK'ê, jinên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê nêrînên xwe anîn ziman.

Jinan tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkar û tunekirinê dimeşîne.

Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li çar parçeyên Kurdistanê hatin bibîrxistin û hate ragihandin, ku armanc ji van êrişan tunekirina nirxên gelê Kurd hemûyan e.

Jinan diyar kirin ku ew tevlî pêngava KCK'ê dibin û destnîşan kirin ku di çarçoveya pêngavê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Jinan ragihandin ku çareseriya pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi Ocalan dibe û gotin, hêzên li çareseriyê digerin divê berê xwe bidin Ocalan.

Bi navê jinên Kurd ên li herêma Stravrapolê bang li raya giştî ya Rûsyayê û cîhanê hate kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.