Jineke din bû qurbana "namûsê"
Jineke din bû qurbana "namûsê"
Jineke din bû qurbana "namûsê"
Li Mêrsînê, jineke ciwan a 15 salî ku bi sê meh û nîv ducanî bû û nû ji mêrê cihê bûbû, ji aliyê pismamê xwe ve bi sedema "namûsê" hat kuştin.
Li gorî agahiyan, bûyer li navçeya Mêrsîn Akdenîzê rû da.
Hat ragihandin, ku Gulîstan Askay (15) nû cihê bûbû û li gel diya xwe dima, ji aliyê pismamê xwe S. Askay ve bi debanceyê li mala xwe hat kuştin.
Jina ciwan a bi xedarî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tip'ê ya Zanîngeha Mêrsînê, lê li wir jiyana xwe ji dest da.
S. Askay ê li dû bûyerê reviya, li Otogarê bi debanceya xwe hat zevtkirin.
Kuştina jina 15 salî, zewacên bi zorê yên di temenê zarokatiyê de bibîr anî.
Li gorî daneyên Saziya Statîstîk a Tirkiyê, li Tirkiyê herî kêm 181 hezar bûkên bi temenê zarokatî hene.
Li gorî rêxistinên jinan û mafên mirovan jî, dijwariya li dijî jinê yên li Tirkiyê di deh salên dawî de ji sedi 1400 zêde bûye.