Jina ducanî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Jina ducanî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

Li Êlihê Necat Bayar yê 50 salî salek berê jina ciwan ya 19 salî ya bi navê Gulşen Ertugrul bi zorê revand û pêre mehra olî çêkir. Her wiha du hevjînên din yên Bayar hebûn. Bayar Gulşen Ertugrul  a 19 salî  ji ber sedemeke ku nayê zanîn bi çekê kuşt.

Li gorî agahiyên hatine bidexistin li taxa Beşevler, Gulşen Ertugrul ku hevjîna sêyemîn a Necat Bayar bû ji ber sedemeke nayê zanîn roja yekşemê ji aliyê Necat Bayar ve hate kuştin. Hate îdiakirin ku, nîqaş derketiye û Bayar çek girtiye û jina ciwan gulebaran kiriye.

Gulşen Ertugrul ya ku di nava xwînê de li erdê ma, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Necar Bayar jî bi çeka xwe hate binçavkirin.

Necat Bayar sala borî Gulşen Ertugrul bi zorê revand û mehra olî birî. Bi hevjînên xwe yên din re jî cuda dima. Hate hînbûn ku Ertugrul ducanî bû û zaroka di zikê wê de jî miriye.  Cenazeya Ertugrul rakirina morga Nexweşxaneya  Êlihê.

Li gorî rêxistinên jinan û mafê mirovan  tundiya li hemberî jinê li Tirkiyeyê ji sedî 1400 zêde bûye û her roj  5 jin dibin qurbana tundiya mêran. Hikûmetê heta niha tu tedbîr jî li dijî vê negirtiye.