Jin di korîdora jiyanê de bi israr in

Jin di korîdora jiyanê de bi israr in

Rêxistinên jinan ên di pêşengiya Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê de hatin gel hev bi daxwaza bi awayekî bê şert û merc korîdor bê vekirin ji Tunel heta Qada Galatasaray korîdoreke jiyanê ya sembolîk çêkirin, banga “Gelan mijûl nekin” li hikûmetê kirin. Jinan gotin, “Em jin çawa di aştiyê de israr dikin ji bo korîdora jiyanê jî bi israr in.”

Rêxistinên jinan ên di pêşengiya Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê de li Beyoglu Tunel hatin gel hev, xwestin ji bo Kobanê bê şert û merc korîdoreke bi ewle, timî, bê şert û merc bê vekirin. Di nav rêxistinên jinan de Dayikên Aştiyê, Jinên Anarşîst, Jinên Serbixwe, Weqfa Çand û Huner a Başak, Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad, Sosyalîst Femînîst Kolektîf, Jinên Redkarên Wijdanî û Federasyona 78’an hebûn. Jinan ji Tunelê heta Qada Galatasaray korîdoreke jiyanê ya sembolîk çêkirin.

Di çalakiyê de pankarta, “Ji bo aştiyê em di korîdoreke jiyanê ya bê şert û merc û bi ewle de israra dikin” hat vekirin, wêneyên şervana YPJ’ê Axîn Mîrxan a li hember çeteyên DAIŞ çalakiya fedayî pêk anî hatin hilgirtin, dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Li Kobanê korîdora jiyanê veke”, “Bijî têkoşina gelan”, “Sînoran ne li Kobanê li DAIŞ bigire” hatin gotin.

Li ser navê rêxistinên jinan ên li Qada Galatasaray çalakiya rûniştinê pêk anîn, Zeynep Ekîn Aklar bi Tirkî, Xunav Altun jî bi Kurdî daxuyanî xwend.

Aklar û Altun gotin, “Em jin çawa di aştiyê de israr dikin ji bo korîdora jiyanê jî bi israr in. Gelan mijûl neke, korîdora jiyanê ya bi ewle, timî, bê şert û merc veke Tirkiye.”

Piştî daxuyaniyê jinan li gel sirûda Rojava govend gerandin û bi yekdengî xwestin korîdora însanî bê vekirin.