Jin di konferansa aştiyê de dê biaxivin
Jin di konferansa aştiyê de dê biaxivin
Jin di konferansa aştiyê de dê biaxivin
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê di 4’ê Gulanê de konferanseke bi mijara ‘Di pêvajoya aştiye de jin ’ pêk tîne.
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ku ev 4 salên dawiyê li bajarên cuda bi nokteyên aştiyê li dijî şer dengê xwe bilind dike, niha bi dirûşmeya ‘Di pêvajoya aştî û muzakereyê de em jin jî hene’ pêk tîne.
Konferans dê li Salona Konferanê ya Rektoriya zanîngeha Bogazîçî di 4’ê Gulanê de pêk were.
Hewldanê der barê konferansê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em dixwazin ku li Tirkiyeyê aştî em bibe wesîleya aştiyeke mayîn de û hem jî bibe wesîleya civakeke wekhev û demokratîk.”
Hewldanê hemû jin vexwendiyê konferansê kir û wiha berdewam kir: “Bi vê konferansê re, em hemûyan vexwendiyê tevlibûna pêvajoyê dikin û ji bo ku ev pêvajo bibe pêvajoyeke mayînde û aştiyeke rastî divê em hemû bi hev re biaxivin.”