Jihevketina tîmên taybet dewam dike

Polîs û leşkerên tîmên taybet ên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê weke hêza şer tên bikaranîn, her ji hev dikevin. Burokratên berê yên pisporê mijarê ne dibêjin, tîmên taybet di wê baweriyê de ne, ku tên bikaranîn.

Tîmên taybet ên weke JOH û POH tên binavkirin, li Kurdistanê weke aktorên sereke yên terora dewletê kar dikin. Ev rêxistinbûyîna terorê ya AKP'ê ku ji şewitandina cenazeyan heta kişandina li dû panzeran mora xwe daniye binê gelek hovîtiyê, ji ber berxwedana xurt a lê rast tên, ji hev dikeve.

Çend roj berê 1000 endamên tevgera taybet îstifa kiribûn, lê îstifaya wan nehatibû qebûlkirin.

Alîkarê Serokê Berê yê Daîreya Personelan a Emniyetê Ahmet Cevat Bayrî û Serokê Navenda Lêkolîna Stratejiyên Ewlekariyê (GUSAM) Ercan Taştekîn dan xuyakirin, ku tîmên taybet ji hikûmetê bawer nakin û dibêjin ew ji aliyê hikûmetê ve hatine bikaranîn. Van her du burokratên berê diyar kirin, tîmên taybet êdî bawer dikin ku ew hatine qurbanîkirin û ji ber gelek sedeman nema dikarin şer bikin.

Ahmet Cevap Bayrî ji bo tîmên taybet got, "Vana xwe mîna kerê ber didin nava erdê mayinkirî dibînin."