"Jibîrkirina Dêrsimê, komkujiyeke nû ye"

"Jibîrkirina Dêrsimê, komkujiyeke nû ye"

Rêxistinên Dêrsimî dan xuyakirin, ku jibîrkirina komkujiya Dêrsimê dê rê li komkujiyên nû veke û xwestin, qirkirina Dêrsimê ji aliyê dewletê ve bê naskirin.

Berî 76 salan weke îro di 4'ê Gulana sala 1937'an de, hukûmeta Tirk biyar dabû li dijî Dêrsimê operasyonê bide destpêkirin û artêşa Tirk a bi fermandariya Abdûllah Alpdogan êrişa destpêkê dabû kirin. Di encama vê qirkirinê de 70.000 kes hatin kuştin û bi dehhezaran kes jî neçarî koçberiyê hatin kirin.

Di salvegera qirkirinê de, Cemiyeta Jinûve Avakirina Dêrsimê, Komeleya Dijberê Qirkirina 37-38'an a Dêrsimê û saziya bi navê "Newededersim.com" daxuyaniyek hevpar li çapemeniyê belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku piştî qirkirinê baregehên eskerî veguherandine dibistanan û nifşekî nû yê ji Kurdiyatî û Elewîtiyê dûr ên asîmîlekirî afirandine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hînê polîtîkayên zext û zordariyên berî 76 salan destpê kiribûn dewam dikin û hat xwestin, ku di çarçoveya destekdayîna pêvajoya aştiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, hemû mafên demokratîk û netewî bên dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, ku her komkujiyên tên jibîrkirin rê li ber komkujiyên nû vedikin, lewma divê dewlet qirkirina li Dêrsimê nas bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.