Ji YPG’ê li dijî şefê koma çete çalakî

Ji YPG’ê li dijî şefê koma çete çalakî

Li bajarê Helebê YPG’ê li dijî wesayîta serokê koma çete Xalid Heyanî ku êrîşî taxa Kurdan Şêxmeqsûd dike çalakiyek ya misîlemeyê pêkanî. Di çalakiyê de du parêzvanên Heyanî mirin, nehate hînbûn ku di çalakiyê de ew rizgar bûye an na.

Koma girêdayî Xalid Heyanî ku di dema pevçûnên Sûriyeyê de bi sûcên şer û faliyetên çetetiyê tê zanîn, beriya vê li rexmî ku hatibû hişyarkirin jî careke din êrîş kir.

Koma çete ku xwe weke komek ya girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad binav dike, lê belê tê gotin girêdayî rejima Beşar Esade, şeva Pêncşemê êrîşî sivîlên Taxa Kurdan Şêxmeqsûd kir. Di êrîşê de gelek sivîl birîndar bûn. Nûçegihanê ajansa nûçeyan ya Kurdan ANHA Lezgîn Hawa jî di êrîşan de birîndar bû.

KURDEKÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANF’ê Seyîd Evran dayî, piştî ku komê bilez êrîşî artêşa Kurdan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir, pevçûna bi tundî destpêkir û hêjan didome. Pevçûnên ku li kolana 20’mîn zêdebûn, Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Reşîd di dema pevçûnan de birîndar bû, dema ku ew rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Reşîd dê li Goristana Seydo bê defin kirin.

YPG’Ê LI DIJÎ WESAYÎTA HEYANÎ ÇALAKÎ PÊKANÎ

Îro di demjimêrên nîvro de YPG’ê lidijî wesayîta Heyanî çalakiyek ya misîlemeyê pêkanî. Nûçegihanê ANF’ê yê herêmê ragihand ku, di çalakiyê de du parêzvanên Heyanî mirin, di derbarê ka serokê çeteyê rizgarbûye yan na agahî nehate girtin. Tê ragihandin ku, di nava peçvûna îro de herî kêm 9 endamên koma çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bû. tê diyarkirin ku, hêjmara rastî hêjan zêdetire.