Ji Yekitiya Hêza Demokratîk bo Merkelê name

Ji Yekitiya Hêza Demokratîk bo Merkelê name

Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk beriya serdana Tirkiyeyê nameyek aşkere ji Serokwezîra Almanyayê  Angela Merkela ku dê biçe serdana Tirkiyeyê re nivîsandin û ji wê xwestin ku polîtîkayên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike û bang kirin ku dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berde.

Platforma Yekitiya Demokratîk a ku ji sazî û rêxistinên penaberan ên Kurd, Tirk, Ereb, Asurî û Ermeniyan pêk tê, nameyeke aşkere ji Serokwezîra Alman Angela Merkel a ku dê rojên 24-25’ê biçe serdana Tirkiyeyê re nivîsand.

Platformê di nameya xwe de bal kişand ser bipêkirinên mafê sereke yên mirovan ên li Tirkiyeyê, mafên kêmaran û zextên li ser baweriyê cûda û bang li Merkelê kir ku ji bo bidawîbûna şerê li Tirkiyeyê hewl bide û xwest dawî li polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan bîne.

Platformê bal kişand ser zextên hukûmeta AKP’ê yên li ser Kurdan û muxalîfan pêk tîne û bal kişand ser polîtîkayên hukûmeta AKP’ê û Serokewzîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan. Platformê bi bîr xist ku her çendî AKP’ê soz da ku ew ê reformên radîkal bike û çareseriyê siyasî bîne, lê deh sal derbas bûn, tu pirsgirêkek çarerser nekir.”

Platformê bal kişand ku komên baweriyê û kêmarn li Tirkiyeyê bi zextan re rû bi rû ne û got: “hukûmeta AKP’ê ya ku hemû muxalefetê, baweriyên cûda, nêrînên cûda yên siyasî, çand û mezheban dike hedef, îro bi van pêkanînên xwe yên dijî-demokratîk Tirkiyeyê veguherandiye kampek a komkirinê.”

Platformê da bal kişand ser ji ber ku zext di her warî de berdewam dikin û hemû dînamîkên civakî bi zextan re rû bi rû ne, ji bo pirsgirêka Kurd jî çareseriyeke aşitiyane pêş nakeve û got: “Ji ber ku operasyonên leşkerî û polîsiye berdewam dikin, tenê di havîna 2012 de zêdetirê hezar mirov  jiyana xwe ji dest dane.”

Platformê bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê  yên bi daxwaza Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin û bal kişand ku her çendî behsa hevdîtinan tê kirin, lê heta niha hukûmet pêngaveke pêbawer neavêtiye.

ERDOGAN TAWANBAR KIR OPERASYON LI SER HEV PÊK HATIN

Platforê komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileya 2013 pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û bal kişand ku lêkolînên li ser bûyerê tên kirin îşaret bi wê yekê dikin ku komkujî ji aliyê tîmek a gladyoya Tirk ve hatiye kirin. Platformê da zanîn ku hukûmeta Tirk ji bo ev bûyer ronî nebe, hewl dide û got: “Weke hku hate dîtin, Serokwezîr bi xwe jî got ku bûyerên weke vê dibe li Almanyayê jî biqewimin û bi vî awayî Kurdên li vî welatî tehdît kir.  Ev yek jî ne bes bû Erdogan welatên Ewropayê bi destekdayina Kurdên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar tîne tawanbar kir . Sed heyf û mixabin ev daxuyaniyên Erdogan bandor kirine. Mirov dikare encama vê yekê li Almanya û Franseyê bibîne.”

DESTEKA LEŞKERÎ Û ABORÎ NEDIN

Platformê ji Merkela ku dê biçe serdana Tirkiyeyê re nivîsandin û ji wê xwestin ku polîtîkayên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike û bang kirin ku dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berde. Platformê got: “Em dixwazin ku hûn hukûmeta AKP’ê ji ber pêkanînên wê yên dijî demokratîk li ber çavên raya giştî bi aşkereyî rexne bikin.”

Ev sazî di nava Platforma Yekitiya Hêzên Demokratîk a Almanyayê de cih digirin:

-YEK-KOM (Yekitiya Komeleyên Kurd ên Almanyayê)

- AABF (Federasyona Yekitiya Elewiyan ên li Almanyayê)

- TUDAY (Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiye-Almanya)

- ATÎF (Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Almanyayê)

- AGÎF (Federasyona Karkerên Penaber ên Almanyayê)

- ADHF (Federasyona Gelên Demorkatîk a Almanyayê)

- DİDF (Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk)

- ÖDA (Almanyaya Azadî û Piştevaniyê)

-Meclîsa Aşitiyê ya Ewropayê

- Proletarya (Rojnameya Cîhana dê bê Jiyin)

- Înîsiyatîfa Dêrsim a li Ewropayê

- KOMKAR(Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê yên Ewropayê)

- Federasyoan Anatolyayê

- FEDA (Federasyona Elewiyên Demokratîk)

- Înîsiyatîfa Lîwaya Îskenderûn

- CENI (Kurdisches Frauenbüro für Frieden)

-FKE (Federasyoan Komeleyên Êzidiyan)

-YXK (Yekitiya Xwendekarên Kurd)

-ZAVD (Federasyona Asuriyên Almanya û Ewropaya Navîn)

-Dersim-Gesellschaft für Wiederaufbau (Civata ji Nû ve Avakirian Dêrsimê)

-ASP  (Platforma Surginên Ewropayê)

-AAKB (Federasyona Jinên Elewî ya Almanyayê)

-BDAJ (Federasyona Ciwanên Elewiyan a Almanyayê)