Ji YDG-H’ê ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê bang

Ji YDG-H’ê ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê bang

Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) û Jinên Ciwan ên Welatparêz (YDG-K) ji bo çalakiyên di 1’ê Mijdarê de li tevayî cîhanê  ji bo Kobaniyan pêk tê bang kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku berxwedana Kobanê ji bo hemû gelên bindest rê nîşan dide û hat gotin ku em di pêvajoyeke wisa dijîn ku êdî tu kes nikare bêje me eleqedar nake û wiha hate gotin: “Berxwedana Kobanê ji me re deriyên Şoreşa Bakurê Kurdistanê vekiriye. Niha dem dema şoreşa Bakurê Kurdistanê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî Kobanê, li dijî gelê Kurd e û hat gotin ku di 1’ê Mijdarê de li tevayî cîhanê bi dirûşma, "Ji bo mirovahî û Kobanê, cîhan li dijî DAIŞ’ê dimeşe" wê meş pêk bên.YDG-H û YDG-K’ê di berdewamiya daxuyaniyê de bang  li ciwanan kir û wiha got:

"Di 1’ê Mijarê de ku wek roja Kobanê hatiye îlankirin, wê hemû gelên cîhanê û ciwan dakevin kolanan. Em bang li hemû ciwanên welatparêz dikin ku dakevin kolanan û serhildanan bilind bikin. Êdî tehemula ciwanan nemaye. Divê em dakevin kolanan û ala şoreşê nîşan bidin.

Ger ne niha be,  wê kengî be, ger ne em bin wê kî be?"