Ji Xwendekarên Kurd 1. Kongreya Ewrûpayê

Ji Xwendekarên Kurd 1. Kongreya Ewrûpayê

Xwendekarên Kurd ên li Ewrûpayê, di çarçoveya hewldanên sazîbûnê de, di 18-19'ê Gulanê de 1. Kongreya Ewrûpayê lidar dixin. Ji bo kongreyê, hemû xwendekarên Kurd ên dibistana amadeyî, zanîngeh, dibistanên bilind û akademîsyen hatin vexwendin.

Di pêvajoya çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir de, Kurdên li Ewrûpayê jî bi rêxistinbûyîneke xurt dixwazin cih bigirin.

Li ser vê bingehê, bi pêngiya Yekitiya Xwendekarên Kurd YXK'ê, di 18-19'ê Gulanê de li Zanîngeha Kolnê, 1. Kongreya Xwendekarên Kurd ên li Ewrûpayê tê organîzekirin.

Komîteya amadekar der heqê Kongreyê de daxuyaniyek da û bal kişand ser berpirsyariyên mezin ên di pêvajoyên bi vî rengî yên dîrokî de dikevin ser milê xwendekaran. 

Di daxuyaniyê hat ragihandin, ku di vê pêvajoya çareseriyê de lihev kombûna xwendekarên Kurd ên li gelemperiya Ewrûpayê û gotûbêjên wan ên li ser rêvebirina pêvajoyê gelekî girîng e.

Di daxuyaniya komîteya amadekar de ev bang hat kirin; " Ji bo 1. Kongreya Ewrûpayê ya Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK), ku wê di navbera 18 û 19'ê Gulanê de li Zanîngeha bajarê Elmanya Kolnê bê lidarxistin, hemû xwendekar vexwendî ne. Weke YXK, emê bi delegeyên xwe yên ji welatên Awûstûrya, Elmanya, Fransa, Belçîka û Holandayê beşdar bibin û bang li xwendekarên Kurd ên li Swîsre, Îtalya, Îngilîstan, Polonya, welatên Balkanan, Norwêc, Danîmarka û Swêdê dikin, ku beşdarî Kogreyê bibin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di mijara demokratîkbûyîn û azadbûna civakan de rola ciwanên xwendekar girîng e û ewê jî bi vê têgihiştinê, di 1. Kongreya Ewrûpayê ya YXK'ê de perspektîfa xwendekaran a li pêşberî pêvajoyê eşkere bikin.

BERNAMEYA KONGREYÊ

Li gorî agahiyên Komîteya Amadekar, wê di 18'ê Gulanê saet di navbera 10.00 û 19.30 de, mijarên; berpirsyariyên xwendekaran ên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, rewşa tevgera xwendekaran  YXK, rewşa xwendekarên Kurd ên li Ewrûpayê, tevgerên ciwanan ên li Ewrûpayê û perspektîf bên nîqaşkirin.

Hat ragihandin, ku ji bo her pêşnûme biryar, bername û plansaziyê, wê komên xebatê bên avakirin. 

Di roja duyemîn de jî, wê di navbera saet 10.00 û 14.00 de, li ser bingeha gotûbêjên der heqê pêşnûme biryar û plansaziyê de, Rêveberiya Xwendekaran a Ewrûpayê bê damezrandin.

Kongre, wê li navnîşana "Universität KÖLN Albertus-Magnus-Platz 1, 50923 Köln, Elmanya" bê lidarxistin. 

Hevdîtin, wê di roja 17'ê Gulanê de li Mulheim a Kolnê pêk were.