Ji wezîrê Tunusê li dijî ‘Mehra Cîhad-ul!’ bertek

Ji wezîrê Tunusê li dijî ‘Mehra Cîhad-ul!’ bertek

Wezîrê Karê Derve yê Tunusê Lutfî Bîn Jeddu, bertek nîşanê ku jinên Tunusê diçin Sûriyeyê û li wir pêwistiyên zayendî yên şervanên Îslamî dikin, da. Ji bo pêşî li çûyîna ciwanan bigirin, li balafirgehan kontrol zêde kirin.

Lutfî Bîn Jeddu di 19’ê îlonê de li meclisê axivî û  got: “Di bin navê Jîhad-ul nîkah’ de bi 20,30, 100 kesî re dikevin têkiliya zayenî. Piştre ducanî vedigerin.” Cîhada Mehrê ku desturê dide ji derveyê zewacê bi gelek kesan re bikeve têkiliya zayendî, ji aliyê hinek oldarên selefî vê pêkanînên wek şeklê rewa yê şerê  pîroz dibîne.

PÊŞÎ LI ÇÛYÎNA 6 HEZAR CIWANÎ HAT GIRTIN

Wezîrê Tunusê der barê hejmar û her wiha di kîjan şert û mercan de ev jinên Tunusê diçin Sûriyeyê de agahî neda û lê li gorî çapemeniyê bi sedan jin çûne Sûriyeyê.

 Her wiha mêr jî ji bo li dijî rejîma Sûriyeyê şer bikin diçin Sûriyeyê.  Li gorî Bîn Jeddu, ji meha adarê heta niha 6 hezar ciwanên Tunusê di dema têkotina Sûriyeyê de hatine girtin.

Wezîrê karê hundir talîmat dabû û diyar kiribû ku ji bo ku pêşî li çûyîna jin û mêrên gumanbar bê girtin li balafirgehê kontrol zêde kiribûn.