Ji Venezûelayê biryara dersînorkirina 3 dîplomatên DYE
Ji Venezûelayê biryara dersînorkirina 3 dîplomatên DYE
Ji Venezûelayê biryara dersînorkirina 3 dîplomatên DYE
Hikûmeta Venezuela, bi îdiaya ku di meha Îlonê de 3 dîplomatên DYE’ê ku di nava êrîşa li dijî şebeka ceyranê de cih girtine, biryara dersinor kirina wan da.
Serokwezîr Nicolas Maduro diyar kir ku, ji bo 3 diplomat Venezûela bi terikînin 48 saet dem jê re hatiye dayîn. Maduro diyar kir ku 3 dîplomatên ku di nava sabotajê de cih girtine jî, di heman demê de ji bo kêmkirina berhemên şîrketên li Venezûela bertîl didan.
Maduro diyar kir ku di vî alî de di dest wî de zanyarî hene, nasnameya dîplomatên ku bêne dersinor kirin; Kelly Keiderling, Elîzabeth Hunderland û David Mutt yên ku li Venezuela dîplomatên payebilind in.
DYE û Venezûela ji sala 2010’ê ve li paytextên xwe balyozxaneyan venakin.
Têkiliyên Washington-Karakas ji 10 salan ve rewşekî xerab dijîn. Nicolas Maduro ku di hilbijartinên piştî mirina Hugo Chavez de meha Nîsanê hat hilbijartinê, axaftina xwe ya diviyabû li Neteweyên Yekbûyî bikira, betal kiribû. Maduro ji bo sedema betalkirina axaftina xwe jî gotibû, "Ege biçim New York’ê wê jiyana min bikeve xeteriyê."