Ji Ûşakê daxuyaniya alîkariya bi Rojava re
Ji Ûşakê daxuyaniya alîkariya bi Rojava re
Ji Ûşakê daxuyaniya alîkariya bi Rojava re
Rêxistina HDP'ê yê Bajarê Ûşakê ji bo silav li şoreşa Rojava bike û komkujiyên çeteyên El Nûsra şermezar bike, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Tîrîtoglû ya li kolana Îsmet Paşa de bi dehan kes amade bûn. Girseya gel pankart bi nivîsa "Ji Reyhanli heta Rojava em komkujiyan lanet dikin" û dowîzên bi nivîsên "Komkujiya Rojava ji bîr nakin", "Ji Reyhanli heta Rojava ji komkujiyê re bêdeng nemîne" vekir û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Kujer El Qaîde, noker AKP" qîriya.
Endama HDP'ê Nûrcan Arslan li vê derê daxuyanî da û got, "Mîna ku tê zanîn li Rojava şerekî qirêj tê meşandin. Berpirsyarê herî mezin ê vî şerî hêzên derve û deshilatdariya AKP, Hîzbûllah, Artêşa Azad, El Nûsra û El Qaîde ku taşeroniya van hêzan dikin e."
Arslan diyar kir ku rojava têkoşîna hebûnê dide û got, "Ya ku li wir têdikoşe, temsîla îradî ya gelê Kurd e. Ji bo ev şer bi dawî bibe û dawî li lîstikên emperyalîst bê anîn, şert e ku gelên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re têbikoşin."
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma "Li ber xwe bide Rojava, Ûşak li gel te ye" bi dawî bû.