Ji UNESCO’yê pirtûkaneya zanistên fenê ya onlîne

Ji UNESCO’yê pirtûkaneya zanistên fenê ya onlîne

Ji aliyê UNESCO’yê ve der barê zehmetiyên xwegîhandina xebatên zanistî ya cîhanê de pêngavên gelek girîng hatin avêtin. Ji aliyê Rêxistina Zanist û Çand Perwerdeya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve di hefteyên buhrî de Pirtûkxaneya Zanistan a Cîhanê (World Library of Science-WLoS) ket jiyanê û ev ê ji bo xwendekar û hîndekarên di qada zanistên fenê de xebatê dikin xizmetê bimeşîne.

Di envantera WloS ya ku niha tenê li ser înternetê mirov xwe dikarin bigihîninê tenê 300 gotar, 25 pirtûk û 70 vîdeo lê qeydkirinê. Di rojên pêş de wê zêdetir dokuman lê bên barkirin. Bi saya Wlos wê xebatên qada enerjiya alternatîf, zanista genetîk û dopîngê de bên şandin. Di pirtûkxaneya dîjîtal ya ku wê xebatên zansitan fen a Îngîlîzî jî cih bigirin ji her derê cîhanê dikarin xebatên zanistî bên lêzêdekirin.

WLOs li gel şopandina xebatên zanistî wê bibe alîkar ku zanistên ji cihên cuda yên cîhanê bi hev re bikevin têkiliyê. Bi vê saya platforma înteraktîf, zansitên endamên Wlosê wê der barê xebatên zanistê de karibin şîrove û nêrînên xwe parve bikin.
Projeya ku UNESCO’yê xistiye jiyanê, kovarên zanistê yên navdar ên DYA’yê yên bi navê Nature û Roche piştgiriya aborî dide projeyê.

Di hefteya buhrî de di nasandina WLOs a li Parîsê de dîrektora Giştî yê UNESCO’yê Îrîna Bokowa axivî û diyar kir ku hedefa wan ev e ku wekheviya şansê hemû kesî bi hêztir bikin. Bokowa da zanîn ku bi Wlosê re dixwazin xwegihandina xebatên zanstî yên cîhanê hêsantir bikin û newekheviya di navbera herêm û welatan de kêmtir bikin.

Bokowa bi lêv kiir ku bi saya Wlosê bi taybet jî di zanistên fenê yên welatan de, ji bo ‘mafê xwegihandina agahiyan’ a xwendekar, hîndekar û zanistan bikeve bin ewlehiyê wê bibe alîkar.

Pirtûkxaneya Dijîtal a Cîhanê (WDL) ku di 2009’an de ji aliyê UNESCO’yê hat avakirin jî  zêdetir pirtûk, nivîs, wêne, fîlm û qeydên deng ên di mijara dîrokê û çandê de xizmet dida. WLOs a ku der barê zanistên fenê de xizmetê dide jî, bi taybet ji bo ku zanistên cîhanê xwe bigihînin xebatên zanistî pêngaveke girîng e.

Her çiqas qeydên abonetiya Pirtûkxaneyên onlîne yên bê pere yên UNESCO’yê di qadên platformê de reqabeta wê zehmet be jî, tê hedefkirin ku ji bo zanistên ku pirsgirêkên wan ên aborî û xwendekaran heye wê bibe çavkaniyek girîng.