Ji Thurîngen ji bo gelê Şengal 9 ton alîkarî!

Ji Thurîngen ji bo gelê Şengal 9 ton alîkarî!

Li eyaleta Thurîngen a Elmanya alîkariyên ji bo gelê Şengal ê ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirin, hatin komkirin bi TIR’ekê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin. Di kampanyayê de ku Serokwezîra Eyaletê Lîeberknecht û gelek siyasetmedarên Elman jî piştgirî dan kampanyayê û 9 ton alîkarî hat komkirin.

Ji bo gelê Şengalê yên ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ warên xwe terk kirin li bajarê Weîmar di 30’ê Tebaxê de kampanyayek hatibû destpêkirin. Kampanya di pêşengiya "Înîsiyatîfa Êzidiyan",  Komeleya Çanda Mezopotamya ya girêdayî NAV-DEM û şîrketa Kulturdîenst de hat organîzekirin.

Di çarçoveya kampanyayê de ji bo gelê Şengalê cil û berg, nîvîn, kel û pelên ji bo pitikan, kon û hwd. din pêdiviyên lezgîn hatin komkirin. Di kampanyaya ku siyasetmedarên Elman jî piştgirî danê bi qasî 10 rojan di medyaya xwecihî de cihekî berfireh girt.

Di nav wan de Serokwezîra Eyaleta Thurîngen Chrîstîne Lîeberknecht, Serokê Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaletê Bodo Ramelow, Wezîrê Karên Hundir yê Thurîngen Jorg Geîbert jî ku hene gelek siyasetmedaran piştgirî dan alîkariyê. Alîkariyên ku hatin komkirin duh ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin birêkirin. Çavlirê ye ev alîkarî di nava hefteyekê de bigihêjin Şengaliyan.