Ji SKB banga 8’ê Gulanê ji bo komkujiya Parîsê çalakî
Ji SKB banga 8’ê Gulanê ji bo komkujiya Parîsê çalakî
Ji SKB banga 8’ê Gulanê ji bo komkujiya Parîsê çalakî
Yeketiya Jinên Sosyalîst (SKB) daxuyaniyek da û ragihand ku, ew dê 8’e Gulanê li tevayî welatên lêrêxistinkirîne ji bo protesto kirina komkujiya Parîsê dê li ber sefaretxane û konsolosên Fransayê çalakiyan li darxînin.
SKB’ê di daxuyaniya xwe bibîrxist ku, li ser komkujiya ku li paytextê Fransa Parîsê di nav de yek ji damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez heyî 4 meh derbazbûn, bêdengiya Fransayê danajibîr kirine lê ev hewildanekî valeye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “em weke jinên sosyalîst dixwazin ku komkujî demek ji demekê zûtir were zelalkirin û hêzên li pişt vê komkujiyê bêne aşkera kirin. Em dizanin ku kiryarê vê komkujiyê ne tenê yek kese. Ev komkujiya ku bi awayek profesyonel hatiye kirin û heya niha Fransayê di vê mijarê de tiştek nekirî, kiryarên komkujiyê derdixe holê. Heta ku hevkariya Dewleta Tirkiye û Dewleta Fransayê nebe ev komkujî pêk nayê.
Ji ber vê sedemê heta ku dewleta Fransa vê komkujiyê ron neke dê ji protestoyên me jinan xilas nebe.
Em weke Yeketiya Jinên Sosyalîst li tevayî welatên rêxistina me lê heyî, bi daxwaza ronkirina komkujiyê û derxistina hêzên li pişt wê dê 8’ê Gulanê li ber konsolosên Fransayê bin... Em bang li jinan û rêxistinên jinan dikin, her wiha her kesê dikin ku piştgiriyê bidin me.”