Ji Serokwezîrên berê yên Fransayê banga 'alîkariya ji bo Kurdistanê'

Ji Serokwezîrên berê yên Fransayê banga 'alîkariya ji bo Kurdistanê'

Du serokwezîrên berê û du wezîrên karên derve yên Fransayê, ji bo alîkarî ji Başûrê Kurdistanê re bê dayîn belavokeke hevpar weşandin. Şaredara Parîsê û Wezîra berê ya Çandê ya Quebec'ê Louise Beaudoin jî di nav de gelek kesan mora xwe avêtin binê belavokê.

Serokwezîrên berê yên Fransayê Lineol Jospin û Michel Rocard, Wezîrên berê yên Karên Derve Bernard Kouchner û Hubert Védrine di bin navê "Ji bo parastina Xiristiyanan û Êzidiyan em alîkariyê bidin Kurdistanê, nirxên me bi wan ve girêdayî ne" belavokek hevpar li rojnameya Le Monde weşandin. Di belavokê de hat ragihandin ku kapasîteya herêma Kurdistanê nîne ku bi tena serê xwe zêdeyî mîlyonek penaberî vehewîne û hat xwestin ku bi lezgînî alîkariya însanî bê kirin. Her wiha hat xwestin ku alîkariya çekan bê dayîn û ji bo hindikahiyên olî li cih û warên xwe vegerin, ji hewayê ewlekarî bê were.

Belavok wiha ye:

"Ji meha Hezîranê û vir ve Kurdistana Iraqê, bi sed hezaran koçber û penaberên ji komkujiyên cîhadperestên Dewleta Îslamê reviyane, vedihewîne. Di nava van de bi hezaran Xiristiyan, Êzidî, Şebek û hindikahiyên din ên olî hene ku bi sed salan li xaka Mezopotamya Jorîn dijîn, di dema Dewleta Osmaî û dîktatoriya Saddam Huseyîn a bi xwîn de rastî komkujiyan û zilmê hatine û niha jî gef li hebûna wan tê xwarin.

Ev pêla koçberiya girseyî ya piştî pêla ji 250 hezar penaberên Sûriyeyî hat, zêdeyî kapasîteya vehewandinê ya hikûmeta Kurdistanê ye, ku bi tena serê xwe nikare bersivê bide pêdiviyên zêdeyî mîlyonek penaberî. Li gel vê yekê, ji meha Çileyê û vir ve budçeya wê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hatiye birîn û neçare li dijî Dewleta Îslamê ya dewlemend a xwedî çekên mezin û dewlemend, sînorê xwe yê zêdeyî hezar kîlometreyî biparêze.

Kurdistan demokrasiyeke ciwan e ku nirxên azadiyê yên gerdûnî, mafên mirovan û hindikahiyan diparêze, hurmetê nîşanî wan dide û bi pêş dikeve. Ji sedî 36 ê parlamenta wê ji jinan pêk tê û hikûmeta wê ya yekîtiya neteweyî hemû partiyên ku di nav de Xiristiyan jî hene, tîne cem hev.

Ev mînaka demokrasiyê ya li xaka Îslamê kêm tê dîtin, ne tenê cesaretdayînê di heman demê de hêjayî piştevaniya girseyî û aktîv a welatî û hikûmetên demokrasiya rojava ye.

Kurd, gava li dijî îdeolojiya fanatîk û pratîkên barbar ên mehdê mirovan dixelîne hêzên Dewleta Îslamî şer dikin, di heman demê de ji bo nirxên me yên demokratîk û ewlekariya me şer dikin.

Ji ber vê yekê, em ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê dixwazin, ku bi lezgînî alîkariya însanî bidin Kurdistana bi tena serê xwe nikare bersivê bide pêwîstiyên penaberan.

Her wiha ji bo hikûmeta herêmî ya Kurdistana Federal, daxuyaniyên li ser alîkariya çekan a ji bo parastina xaka xwe şênber bibin, di serî de deşta Mûsilê ji bo vegera nifûsa Xiristiyan û Êzidiyan li bajarokên xwe bê hêsankirin di serî de ewlekariya hewayî ya navneteweyî, em dixwazin hemû tedbîrên xizmetî parastina hindikahiyên olî yên di bin gefa komkujiya cîhadperestan de ye, bên girtin.

Em ji Fransaya ku însiyatîfa tevgerkirina DYA girtiye ser milê xwe dixwazin, ku ji bo ji sedî 17 ê hatineyên petrolê yên para Kurdan e û li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê ye ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bê dayîn, pêşnûme biryarekê pêşniyarî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.

Herî dawî em ji Yekîtiya Ewropayê dixwazin ku ji bo diyalog û ewlekirina têkiliyên neteweyî yên navbera Bexda, Kurdan, Sunnî û Şîa de heyeteke taybet bişîne, berpirsyariyên petro-monarşiyan ên yekser an jî sergirtî operasyonên cîhadperestan fînanse dikin bînin bîra wan û bi awayekî xurt tevlî fînansmana çalakiyên alîkariyê yên heyî bibe.

Navên din ên bangawazî îmze kirine:

Louise Beaudoin, Wezîra berê ya Çandê ya Quebec

Gérard Chaliand, nivîskar û jeopolîtîsyen

Sergio Coronado, Parlamenterê Fransiyên li derveyî welat

Bernard Dorin, Sefîrê Bilind ê Fransayê

Cécile Duflot, Wezîra Berê

Anne Hidalgo, Şaredara Parîsê

Jean-Christophe Lagarde, Parlamenterê Seine-Saint-Denis

Noël Mamère, Parlamenterê Gionde

Gilbert Mitterand, Serokê Wezfa Azadiyan a Fransayê (Fondation France-Libertés) Başkanı

Jean-Vincent Placé, Ji Partiya Keskan Serokê Senatoyê

Pierre Serne, Alîkarê Serokê Konseya Herêmî ya Ile-de-France (EELV)  a Ekolojiya Ewropa-Keskî
Frédéric Tissot, Konsolosê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê