Ji Şaredariya Çanakkaleyê alîkariya ji bo Şengaliyan
Ji Şaredariya Çanakkaleyê alîkariya ji bo Şengaliyan
Ji Şaredariya Çanakkaleyê alîkariya ji bo Şengaliyan
Şaredariya Çanakkaleyê ku bi Şaredariya Sûrê re şaredariya bira ye, alîkariya însanî ya ji bo Şengaliyan berhev kir, radestî Şaredariya Sûrê kir.
Di pêşengiya Şaredariya Çanakkaleyê, gelek rêxistinên civakî yên sivîl, bi armanca alîkarîdayîna Şengaliyên ji ber hovîtiya DAIŞ'ê neçar man koç bikin û hatin Bakurê Kurdistanê di bin navê "Bêmirov" de kampanyayeke alîkariyê meşandin.
Di çarçoveya kampanyayê de ji 21'ê Tebaxê heta 5'ê Îlonê xwarina zarokan, paçê pêçandina zarokan, xwarin, kincên jinan û betanî hatin berhevkirn.
Alîkariya hat berhevkirin, ji aliyê komeke ji rêveberên kapmanyayê ve, radestî Şaredariya Sûrê ya Amedê, hat kirin.
Heyeta Çanakkaleyê ya hat serdana Şaredariya Sûrê ji aliyê Alîkarê hevşaredar Vedat Gunduz û endamên meclîsê ve hatin pêşwazîkirin û der heqê wargeha ji bo Êzidiyan hatiye çêkirin, agahî stend.
Li dû serdanê heyet û endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê li cihê wargehê geriyan û bi welatiyên koçber bûne re sohbet kirin.
Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn ku di dema teslîmgirtina alîkariyê de amade bû got, "Em hêvîdarin ev hestyariya gelê Çanakkaleyê wê bibe mînak û her kesê destê xwe yê alîkariyê dirêj bike."