Ji rêxistinên siyasî bo hikûmetê bang: Bo aştiyê pêngavê bavêje!

Ji rêxistinên siyasî bo hikûmetê bang: Bo aştiyê pêngavê bavêje!

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên Îzmîrê daxuyaniya KCK’ê ya ‘Em vekişînê radiwestînin’ nirxandin.

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza Amedê de Tirkiyey ket hewayeke din. Hêviyên aştiyê zêde bûn û aştî bû rojeva vî welatî. Lê pêvajo bi hewldana Tevgera Azadiya Kurd meşiyan û hikûmetê tu pêngav navêt. Vê hewaya baharê jî cihê xwe da atmosfreke ne baş. Di encama van geşedanan de KCK’ê daxuyanî da û diyar kir ku wan vekişîna gerîlayan rawesdandiye. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl der barê rawestandina vekişînê û berpirsyariya alîgir û pêvajoyê de axivîn.

Berdevkê Partiya Pêşerojê ya Çep û Keskan Arîf Alî Cangi

Bi qasî ku bandor li ser rayagiştî kiriye, em pêvajoyê dişopînin. Em girîngiyê didin pêvajoyê. Heta beriya pêvajo dest pê bike, me dixwast pêvajoyek wisa dest pê bike. Ji serî de piştgiriyê didin vê pêvajoyê û aştiyê dixwazin. Em dibêjin divê ev pêvajo ne bi çekan, bi siyaseta demokratîk bê çareser kirin. Di Newroza Amedê de bi daxuyaniya Ocalan re welat ket atmosferek din.  Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hêvî çêbûn. Lê di vê pêvajoya aştiyê de em dibînin ku hikûmet polîtîkaya mijulkirinê dimeşîne. Bi pakêtên 3’emîn û 4’emîn dixwaze demokrasiyê paşve bixîne. Lê tê dîtin ku ev ne wisa ye. Niha ‘Pakêteke dmeokratîkbûnê’ avêtiye holê. Em dizanin ev pakêt jî çawa ye. Her wiha ji bo meşandina vê pakêtê jî bi zehmete. Bi muxatabên pêvajoyê re hevdîtin nayê kirin. Di serê kê ye ev pakêt? Di serê Edogan de ye..Wezîrê Dadê dibêje emê Kanûna Têkoşîna bi Terorê re rabikin û li aliyê din daxuyaniyên wekê, divê ev qanûn bê parastin tên dayîn. Yanî  bi giştî ji însiyatîfa Erdogan re maye... rawestandina vekişîna gerîlan jî ji bo ku hikûmetê tu tiştek nekir pêk hat. Lê agirbest hêj didome. Ev girînge. Li Tirkiyeyê her tişt zu ji kontrolê dertê. Li aliyekê em dibînin ku hêviyên çareseriyê namîn e, lê li aliyê din em dibînin çareserî xwe ferz dike. Bi awayekî dê ev bikeve rê.hêviya me eve ku ev pêvajo baş bê nirxandin.

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan ya Îzmîrê Cavît Ugur

Pêvajoyek temem bû. Ji du gotinên mifte yên demê hene; pêvajo û pakêt.. pêvajoyê dest pê kir û lê pakêt nehat aşkerakirin. Hikûmetê bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir û mutabakatên hatin derxistin, hikûmetê piştguh kir û ger aştî pêk were divê şert û merc bên avakirin. Divê pêngavên şênber bên avêtin. Divê benda hilbijartinê bê xistin, bi dehezaran siyasetmedarên kurd bên berdan, girtiyên nexweş bên berdan. Divê girtiyên PKK’ê yê ku bi dehan salane di hundir de ne û ceza negirtine bên berdan. Herî kêm divê hikûmet di mijarên sereke de pêngavan bavêje. KCK’ê ji ber ku hikûmetê pêngav navêt, vekişîn da sekinandin. Em wek HDP’ê dibêjin ku ji bo aştî pêk were çi pêwist be divê bê kirin. PKK şantajê nake. Bêdengiya çekan şerteke.  Divê hikûmet vê baş binirxîne. An jî xetere li ber deriye.

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrasî Kaan Ugur

Banga birêz Ocalan di Newroza Amedê de derfetek afirand. Şansekî aştiyeke bi rumet derket holê. Wek tê zanîn PKK’ê di salên berê de jî gelek caran agirbest îlan kir, ev ji aliyê hikûmetê ve nehat dîtin. Îro jî pêvajoyek wisa tê jiyîn.  AKP lîstika Osmaniyan dilîze û bi siyaseta li Rojava û rojeva hilbijartinê hewl dide gel bixapîne. Lê KCK’ê daxuyanî da û vekişîna rawestand. Ev dibe ku AKP’ê bide zorê. Em sînyalên vê digirin. Beşîr Atalay got dê pakêta demokratîkbûnê aşkera bikin. Gelê kurd daxwazên xwe danîne holê.  Hikûmeta AKP’ê divê li dora pirsgirêkê neçe neyê. Divê pêngavê bavêje.

Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Îzmîrê Coşkun Ustercî

Girtiyên siyaysî di girtîgehan de ne, makeqanûn pêşde naçe. Qedexeya hilbijartinê naguhere. Gelek pirsgirêkên bi vî rengîhene.  Biryara KCK’ê ya rawestandina vekişînê dibe ku li ser helwesta AKP’ê bandorê bike. Divê ev wek şantajekî neyê nirxandin. Sedema rawestandina vekişînê, ji bo ku di pêvajoya aştiyê de pêngav nehatiye avêtinê ye.

Serokê Partiya Kedê yê Îzmîrê Cabbar Demîrcî

Biryara rawestandina vekişîna PKK’ê girêdayê biryarên ku ji muzakerayan derketine û nehatine pêkanînê ye. Mixabin AKP’ê yek daxwazeke aliyan neanî cih. AKP bo aştiyê pêngavê navêje. Ligel vê bi gotin û pratîka xwe jî pêvajo xetimand. Yanî ligel vê Tevgera Azadiya Kurd û Hêzên Demokrastiya Tirk hêviya xwe diparêzin. Hêzên ked û demokrastiyê divê mijareke girîng ya wek aştiyê ji AKP’ê re nehêle. Ji AKP’ê re bimîne qet pêngavan navêje. Lê em dizanin ku dê hêzên ked û demokrastiyê aştiyê tesîs bike.

 Serokê Komeleya Malbatên Xwendekaran a Îzmîrê Orhan Yuce

Em wek OVDER di wê baweriyê de ne ku hewcedariya zarokan bi aştiyê heye. Ji ber ku muxatabê şer ne zarokên me ne. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe aştiyê dixwazin. Divê hemû hêzên demokrastiyê bibin yek û lîstika AKP’ê xera bike.

Endama Lijneya Rêveriya Navenî ya ÎHD’ê Necla Şengul

Ji bo roja ku pêvajoyê dest pê kir, hewldanên me hebûn. Lê me dît ku pêvajo yek alî dimeşe. Hikûmetê pêngav navêt. Kurdan hewldanek mezin da. Rawestandina vekişîna gerîla, girêdayê nêzîkatiya AKP’ê ye. Hêviya me ev e ku ev derfeta dîrokî têk neçe. Divê ev pêvajo nebe qurbanê hesabên hilbijartinê.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda giştî ya Komeleya 78’an Tîmur Taştekîn

Zelal bû ku niyeta AKP’ê ne aştiye. Geşedanên Rojava, neberdana girtiyên KCK’ê tenê çend mînakin. Bê guman dê PKK jî helwestê nîşan bide. Rawestandina vekişînê encama vê helwestê ye. PKK dibêje çi ket ser milê me kir, niha bila hikûmet bike. Rayagiştî dizane ku PKK şer naxwaze.  Piştî biryara rawestandina vekişînê hikûmetê hema civîn pêk anî. Ev ne hewceye. Ger dixwazî bike, baş bike, ger nakî jî  wekê ku dikî nîşan nede.