Ji rewşenbîrên Elman kampanyaya Rojava: Eger ne niha be kengî?
Ji rewşenbîrên Elman kampanyaya Rojava: Eger ne niha be kengî?
Ji rewşenbîrên Elman kampanyaya Rojava: Eger ne niha be kengî?
Li Elmanyayê di nav wan de ku hunermend, nivîskar, rojnamevan û zanyar jî hene di pêşengiya gelek kesayetan de ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin. Kampanya li Berlîn bi civîneke çapemeniyê ya bi navê “Eger ne em bin kî? Eger ne niha be kengî?” tê armackirin ku ji bo Rojava her cure piştgirî bê dayîn.
Hunermend, akademîsyen, nivîskar, rojnamevan û zanyarên di pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Înterventionist Sol (IL) hatin gel hev, ji bo piştgiriyê bidin Rojava kampanyayek dan destpêkirin. Di destpêka kampanyayê de nêzî 80 kesan piştgiriya xwe nîşan dan.
Kampanyaya bi navê “Eger ne em bin kî? Eger ne niha be kengî?” li paytexta Elmanya Berlîn bi civîneke çapameniyê destpê kir. Di civînê de ji YXK’ê Sozdar Selîm ji IL jî Georg Gruhl û Jan Lauer kampanya dan nasandin û bal kişandin ser piştevaniya ji Rojava re.
‘DIVÊ HER CURE PIŞTGIRÎ JI ROJAVA RE BÊ DAYÎN’
Nûnera YXK’ê Sozdar Selîm der barê modela Xweseriya Demokratîk û kantonan de daxuyaniyek kurt da. Selîm got ku çeteyên DAIŞ di rastiyê de ji bo vê modelê hilweşînin êrîş dikin.
Ji rêxistina IL, Georg Gruhl jî diyar kir ku, pêwîst e bi her cureyê alîkarî ji Rojava re bê dayîn û xebatên têkildarî kampanyayê yên bên kirin axivî. Gruhl bêdengiya hikûmeta Elman a Federal a li hemberî êrîşên li dijî Kobanê şermezar kir û got: “Armanca me ev e ku em bi piştevaniyeke berfireh vê bêdengiyê bişkînin. Di serî de Elmanya divê tevahî welatên Ewropa rêveberiya Rojava nas bikin.”
‘KESÊN KAMPANYA MOHR KIRINE’
Di çarçoveya kampanyayê de wê semîner û konferansên behsa Rojava dikin werin lidarxistin û ji bo Rojava wê heyet bên şandin.
Di kampanyaya ku nêzî 80 kesî piştgiriya xwe nîşan daye navê hin kesayetan wiha ne:
Nivîskar Bînî Adamczak, Prof. Elmar Altvater, Prof. Micha Brumlik, rojnamevan-nivîskar Dietmar Dath, Prof. Dr. Frank Deppe, nivîskar Thomas Ebermann, Prof. Wolfgang Fritz Haug, Prof. Dr. Rahel Jaeggi, Prof. Dr. Verena Krieger, muzîsyen Dirk von Lowtzow, weşanger Hanna Mittelstädt, Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Neues Deutschland Tom Strohschneider.
Kesên bixwazin derbarê kampanyayê de hê zêdetir agahiyan bigirin û piştgiriya xwe nîşan bidin dikarin serî li adresa malpera bi navê, “rojava-solidaritaet.net” bidin.