Peter Mangs yê 40 salî ku li bajarê Malmo yê Swêdê li dijî penaberan rêze qetlîam kirin, cezayê heta heta yê girtîgehê lê birîn.
Mangs ku ji ber kuştina 2 penaberên navbera salên 2003-2010, teşebûsa kuştina 12 kesan û gefxwarina li gelek kesan dihat darezadin, cezayê heta temenê wî heye li girtîgehê bimîne hate ceza kirin. Weke din dadgehê biryar da ku, qatilê rêze komkujiyan 1 milyon 175 hezar kronê Swêdî tezmînatê bide malbatên qurbanan.