Ji PYD’ê ji bo MPKE’yê banga alîkariya ji bo penaberan
Ji PYD’ê ji bo MPKE’yê banga alîkariya ji bo penaberan
Ji PYD’ê ji bo MPKE’yê banga alîkariya ji bo penaberan
Nunerên PYD û BDP’ê li Konseya Ewropayê, derbarê koçberiya mezin aKurdan a ku bi taybet ji Helebê deverên din ên Sûriyeyê dest pê kir de agahî dan û ji Konseya Ewropayê xwest ku alîkarî bidin penaberan.
Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu li Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê deBerpirsê Têkiliyên Derve yên PYD’ê Hesen Muhemed Elî û Nunera Komîsyona Jinan a PYD’ê Rodî Melek axivîn û bal kişand ser rewşa penaberên ku di van rojên dawiyê de ji Helebê koçber bûn.
Nunerên PYD’ê di civînê de dan zanîn ku rejîma Esad li Helebê bi awayeke dijwar taxên Kurdan bombebaran dike û agahî dan ku heta niha 700 hezar Kurd, Ereb, Suryanî-Keldanî û ji civakên din ên Sûriyeyê neçar mane ku bên Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha diyar kirin ku ev rewş bi xwe re bi taybet karesateke mirovahîtînin û dan zanîn ku bi awayeke zêde pêwîstiya wan bi derban, xûrek, cil û berg û stargehan hene. Nunerên Kurd bang li hemû saziyên Ewropayê û navneteweyî kirin ku alîkarî bidin van penaberan.