Ji propagandaya rêxistina tuneyî doz hate vekirin
Ji propagandaya rêxistina tuneyî doz hate vekirin
Ji propagandaya rêxistina tuneyî doz hate vekirin
Sala borî di pîrozbahiyên 1’ê Gulana li Îskenderûnê di derbarê 13 kesên ku alên THKP/C-Dev Yol vekirine bi sûcdarkirina “propagandaya rêxistina terorê” doz lê hate vekirin. Di derbarê endamên ODP’ê yên “sûc kirine” ji salekê heya 5 salan cezayê girtîgehê jêre tê xwestin.
THKP/C-Dev-Yol ku ji salên 1984’an û vir ve qet faliyet nekirine, di derbarê 2 jê rêveber 13 endamên ODP ji ber sloganên “Mahir, Huseyîn, Ulaş, heya rizgariyê şer” qîr kirine û kulma xwe ya çepê bilind kirine bi sûcdarkirina “propaganda rêxistina terorê” ji salekê heya 5 salan cezayê girtîgehê jêre tê xwestin.
Serokê ODP’a Navçeya Îskenderûnê Akîf Eskî (53), rêveberê ODP’ê Hasan Karakaş (48) û Ahmet Ergîn (24), Ayşe Hazal Keleş (21), Emre Ozsoy (24), Gokhan Caak (23), Gurkan Bolukbaşi (25), Hafiz Tahsîn Yavûz (19), Osman Kalay (19), Ridvan Îspîr (24), Siyar Doguhan (21) û Servan Tamûr (19) ev kesane bi dîmenên ku ji aliyê polîsan ve hatine kêşan têne sûcdarkirin û weke delîl têne nîşandan. Hevokên weke “Em li dijî herikînê di meşin, em dijmin dizanin, Em çi dixwazin? Azadiyê. Kengê? Aha niha. Nadin, em dê bigirin, serhildan”, li ser bîranîna kedkarên di tekoşîna şoreş û demokrasiyê de di 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtinê, di vê navberê de kulma xwe ya çepê rakirina hewayê, weke delîlên sûc hatin nîşandan. Îdîana me îsal ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê du roj mayîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê ve hate qebûl kirin.
Eskî got: “Rêxistinek wisan tuneye lêbelê em tên darezandin. Em ji propagandaya rêxistinekî ji sala 1984’an ve faliyetên wê tuneyî, serokên wê di dema 12’ê Îlonê de hatîn darvekirin, tu rêveberên wan jiyan nakin têne darezandin. Ev jî ‘çemka demokrasiya pêş’ ya hikumetê ye. Em çemk, çemka bêdeng kirina dengê kolana ye.”