Ji Platforma Şaxa KESK’ê bo deklerasyona KCK’ê piştgirî

Ji Platforma Şaxa KESK’ê bo deklerasyona KCK’ê piştgirî

Li ser navê Platforma Şaxa KESK’ê serokê Egîtîm Sen a Amedê Kasim Bîrtek daxuyaniyek da û da zanîn ku helwesta hikûmeta tirk ya pirsgirêkê dixetimîne û got ev nayê qebûlkirin. Bîrtek da zanîn ku ew piştgiriyê didin sê daxwazên di deklerasyona KCK’ê de.

Egîtîm Sen a Amedê ku berdevkiya demî ya Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê dimeşîne, der barê pêvajoya çareseriya demokratîk, pakêta hikûmetê û deklerasyona KCK’ê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku li avahiya Egîtîm Senê hat dayîn de serokê Egîtîm Sen a Amedê Kasim Bîrtek axivî û got şer û pirsgirêkên bi meseleya kurd re derketin holê, di encama polîtîkayên tirkirinê ya dewletê de pêk hatiye û got: “Di vî şerî 30 salî de kurd ji bo aştiyeke bi rumet di nava hewldanê de ne û ji dewletê jî pêngaveke erênî negirtine. Bi pêvajoya dawî re, rewşa derketiye holê, hatiye fêmkirin ku dewlet nekare van polîtîkayan bimeşîne û ligel vê dewlet ji pêkanînên berê dest bernade û dixwaze bi polîtîkayên ku hatine nermkirin pirsgirêkê bide rawestandin.

Hem geşedanên global û hem jî rêxistibûna polîtîk akurd dewletê dide zorê, lê dewlet ligel vê di nokteya çareseriya pirsgirêka kurd de bersivekî nade û  got: “Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hêviyek daye civakê û ligel vê hikûmetê tu pêngav navêtiye û şert û mercên neyînî pêşde biriye.

Hikûmetê pergala cerdevaniyê bi hêz kiriye, çêkirina HES’an lezgîntir kiriye, li şûna qerekolan kelehkol înşakir iye û her wiha piştgiriyê dide çeteyên ku li Rojava êrîşê kurdan dikin. Li dijî pêngavên demokratîk yên tevgera kurd, wê pêngavên berovajî avêtiye. Ne di dozên KCK’ê, ne di şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ne jî di TCK û TMK’ê de guherînek kiriye.

Bîrtek pakêta hikûmetê jî rexne kir û got: “Pakêtek hat amadekirin.  Ligel ku hundirê pakêtê valaye, di pêvajoya amadekarina pakêtê de temsliyeta kurd tune hat hesibandin. Ev jî tê wateya ku hebûna kurdan nayê qebûlkirin.”

Bîrtek bertek nîşanê mudaxalekirina li ser heyeta BDP’ê ya ku bi Ocalan re hevdîti pêk dianî, da. Bîrtek da zanîn ku ew kedkar piştgiriyê didin deklerasyona KCK’ê û got: “Di deklerasyona KCK’ê de sê daxwazên wekê perwerdehiya zimanê dayikê, statuya kurdan û şert û mercên Birêz Ocalan cih digirin. Ev daxwazên kedkarên cemawerîne jî. Ji ber vê jî em ligel gelê kurdin û têkoşîna me didome. Pêşeroj ancax bi têkoşînê bê qezenckirin.”