Ji platforma Rojava ya Elmanya ji bo Barzanî name
Ji platforma Rojava ya Elmanya ji bo Barzanî name
Ji platforma Rojava ya Elmanya ji bo Barzanî name
Platforma piştgiriya ji bo Rojava ya li Elmanya, nameyek ji Serokatiya Rêveberiya Kurdistana Federe Mesut Barzanî re şand û jê xwest ku deriyê sînor ji bo alîkariya mirovane veke û got: “ Wê serketina Rojava bibe serketina hemû neteweya kurd û windakirina Rojava wê ji bo hemû Kurdistanê bibe windahiyekî mezin. Em ji we dixwazin di hemû aliyan de alîkariyê bidin Rojava.”
Platforma Piştgiriya ji bo Rojava ya Elmanya ya ji nûnerên sazî û rêxistinên Kurdan pêk tê, ji bo Serokê Rêveberiya Kurdistana Federe Mesud Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlementoya Herêmê Arslan Baiz re nameyek şandin.
Her sê nameyên bi îmzeyên Yuksel Koç û Armanc Agit yên li ser navê Platformê hatin rêkirin, bal dikşîne ser drama li Rojavayê Kurdistanê. Platform ji Rêveberiya Başûrê Kurdistanê xebatên hîn zêde yên ji bo piştgiriya gelê Rojava dixwaze. Di nameyê de bal hate kişandina ser êrişên komên çete yên li Rojava û ji bo alîkariya mirovahî hat xwestin ku deriyê sînor vekirî bimîne.
Name bi gotinên pêwiste Rojavayê Kurdistanê neyê bi tenê hêlîn û bi van gotinan bi dawî bû: “ Wê serketina Rojava bibe serketina hemû neteweya Kurd, wê binketina Rojava ji bo tevayê Kurdistanê jî bibe binketineke mezin. Em ji we daxwaza di hemû aliyan de alîkariyê bidin Rojava dikin.”
Hin saziyên di nava platforma ku di meha bihurî de li Elmanyayê hat avakirin ev in: Partiya Îslamî ya Kurd, Nunerê YNK Berlînê, Tevgera Goran, FEDA, YEKKOM, Civaka Îslamiya Kurdistanê, PYD, Nunerê Meclîsa Gelê Rojava, Dergaha Bingehîn ya Fatma, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê, TKP 1920, Meclisa Jinên Kurd ya Berlin, Civaka Kurd ya Brandenburg, Navenda Çanda Kurd, TEV-ÇAND, YEKMAL, Komisyona Baweriyan ya Berlînê, Meclîsa Gelê Kurd ya Neukoln, Meclîsa Gelê Kurd ya Berlîn, Însiyatîfa Jinên Kurd yên Berlîn û Enstituya Kurd.