Ji platforma demokrasiyê daxwaza berdana Atalay
Ji platforma demokrasiyê daxwaza berdana Atalay
Ji platforma demokrasiyê daxwaza berdana Atalay
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, ji bo sibê ku li Edliya Amedê doza sereke ya KCK’ê di nav de Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay jî tê darizandin û ji bo hemû girtiyên siyasî azadî û edalet xwest.
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, têkildarî rûniştina doza sereke ya KCK’ê ku di nav de Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay jî heye û hemû girtiyên siyasî azadî û edalet xwest û daxuyanî da çapemeniyê.
Daxuyanî li ber Parqa Ataturk li ser Kolana Amedê pêkhat.
Di daxuyaniyê de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, hevsera Atalay Devrim Atalay û zarokê xwe, tevakarên Platform û gelek kesên din amade bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk mayînde bibe dozên KCK bika bên rakirin. Ji bo hemû girtiyên siyasî û Nejdet Atalay em azadî edaletê dixwazin” hate hildan.
Wekîlê Şaredar Temel daxuyaniyek da û diyar kir ku ev ji sê sal nîvî zêdetire serok şaredarê wan Nejdet Atalay, şaredarî û siyasetmedarên BDP’ê bi awayekî bê hiqûq û edaletî tên darizandin.
Temel, anî ziman ku ev hemû siyasetmedarên wan ji ber ku siyasetê kirine tên darizandin û hemû niha dîl tên girtin.
Temel, bal kişand ser ‘pêvajoya demokratîk’ û wiha got: “Pêvajoya em ketinê gelek girînge. Em hêvî dikin dê dozger û dadger jî li gorî hesasiyeta pêvajoyê tev bigerin û biryararek li ber çav bidin. Em dixwazin şaredarê me berdin û bila dîsa bê nav gelê xwe û xizmeta xwe bi domîn e. Tenê sûçdariya wan ji ber ku siyaseta mafdar a gelê xwe kirine. Demek beriya demekê bila hemû hevalên me û şaredarê me serbest berdin.”
Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasiyê Bulent Hatun jî daxuyanî xwend. Hatun, diyar kir ku dê sibê doza KCK a serek li 6’mîn dadgeha cezayê giran a Amedê bê dîtin û got di nav van kesan de Şaredar Nejdet Atalay û gelek şaredar û siyasetmedar hene û anî ziman ku wan vê bi hiqûqiyê û xeletiyê van girtiyan gelek caran bi çalekiya anîne ziman.
Hatun, bal kişand ser pêvajoyê û got di vê pêvajoyê de dozên KCK carek din hatiye bê watekirin.