Ji parêzeran re ku komkujiya Garê şermezar kiribûn ceza xwestin

jİ 19 parêzeran re ku komkujiya Garê ya 2015'an şermezar kirin ceza hate xwestin.

Parêzer ji bo komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a bi hevkariya DAÎŞ-AKP'ê pêk hatî li Edliyeya Stenbolê daxuyanî dabûn.

Derheqê parêzeran bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê kirine'' doz hatibû vekirin.

Danişîna cara 20'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê çêbû.

Ji parêzeran ku bêyî ku girtî bin dihatin darizandin tenê 2 jê hazir bûn, dozgerê Tirk xwestin ku parêzera bêne cezakirin.

Dadgehê danişîn taloq3i 15'ê Çile ya 2021'an kir.