Ji parêzeran ji bo E.A çalakiya runiştinê
Ji parêzeran ji bo E.A çalakiya runiştinê
Ji parêzeran ji bo E.A çalakiya runiştinê
Hiqûqnasan bertek nîşanê bûyera tecawîzê ya li Çewlîkê pêk hat û 8 tecawîzkar serbest hatine berdan dan û gotin ev biryar skandaleke nû ya doza N.Ç ye. Serkretera giştî yê Baroya Amedê Yilmaz got ev biryar nîşaneya vexwendîkirina bûyerên nû ya E.A û N.Ç ye.
Parêzerên girêdayê Baroya Amedê ji bo berdana 8 leşkerên tecawîzê zaroka bi navê E.A kirin, protesto bikin li ber Edliyeya Amedê çalakî pêk anîn.
Hiqûqnasan bertek nîşanê berdana leşkerên ku tecawîzê E.A kiribûn dan û diyar kirin ku ev skandaleke nû ya doza N.Ç ye.
Di çalakiyê de dovîzên wekê ‘Tecawiz bê rumetiye’, ‘Jin bila li cihên ku daraz xwe nagihinê veşêrin’, ‘Parastina tecawizkaran, hevkariya tecawizê ye’ hatin hildan. Sekretera giştî ya Baroya Amedê Kezban Yilmaz axaftinek kurt kir û got: “Di lêpirsîna derbarê E.A de hatiye meşandin de darazê biryarên derveyê hiqûqê dane û ev biryara hatiye dayîn nêzîkatiya li hemberî jinê ya ku nehatiye guhertin nîşan dide. Ev biryar, ji bo bûyerên din jî cesaretê dide.em wek baroya Amedê dê şopdarên vê bûyerê bin.