Ji Orkestra Zurichê sirûda Herne pêş
Ji Orkestra Zurichê sirûda Herne pêş
Ji Orkestra Zurichê sirûda Herne pêş
Muzîkjen û mamosteyên Orkestraya Akademiya Huner Ciwan a Zurîcha Swîsreyê bi ser gazîkirina Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin hatin Amedê û li gel muzîka klasîk a rojavayê sirûda ‘Herne pêş' û strana ‘Ay Dilberê' pêşkêş kirin....
Orkestraya Amûrên Bikevan a Akademiya Hunerên Ciwan a Zurîha Swîsreyê ku ji pir neteweyê pêk tê, li ser mêvandariya Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ku 3 sal e ava bûye, hate Amedê.
Mamosteyê orkestrayê Prof. Rudolf Koelman bi hurmeta mezûbûna şagirdê xwe yê ji Herêma Kurdistanê Brûsk Zengene li Amedê rêzekonseran li dar dixe. Li Salona Şanoya Bajêr bi konsera Johnn Sebastian Bach rêzekonseran destpê kir û bi Suîta Holberg a Edvard Greing jî konserê berdewam kir.
Adam Skoumal jî promeriya berhema xwe ya cîhanî “Salik” bi zemana Brûsk Zengene pêşkêş kir. Surprîza orkestrayê jî sirûda ‘Herne pêş” a Koma Berxwedan bû. Beşdaran bi dilxweşî li vê konserê temaşe kirin, pê re li gel çepik û tîlîliyên beşdaran strana “Ay Dilberê” a Aram Tîgran hate pêşkêşkirin.
Konser bi eleqeyeke germ hate pêşwazîkirin, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe kulîlk dane orkestrayê û bi plaketê spasiya wan kir.
Menajerê Orkestrayê Îrma de Jong jî ji ber lidarxistina vê konserê spasî li Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û her kesê tê de xwedî ked e kir. Jong, aşkere kir k udi orkestraya wan de ji 13 welatên cuda muzîkjen hene û weha got, “Ger û rêzekonserên wiha ji bo mîrateya çandî û ezmûna perwerdeyê pir girîng e.”
Jong, da zanîn ku ew ji bo xwendekarên xwe yên mezûn dibin konseran li dar dixin û got ku ev jî ji bo Brûsk Zengeneyê Kurd hatiye lidarxistin.
Perwerdekarê muzîkê yê Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran Şêrko Kanîwar pêşkêşiya konserê kir û Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş ligel Parlamenter Emine Ayna her yekê peyamek bo konserê şand.
Orkestraya Zurîhê dê 3 rojan li Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran xebata atolyeyê bi şagirtan re bike. Prof. Rudolf Koelman jî dê axaftineke bo xwendekar û hîndekarên wan bike.
Orkestraya Zurîchê 6ê Gulanê roja Duşemê saet 20.00 li Dêra Surp Giragos a Ermenan, 7ê mehê heman saetê li Navenda Kongreyê a Zanîngeha Dîcleyê û 8ê mehê roja Çarşemê heman saet jî li Terasa Bajêr a Fîskayayê bê pere bo her kesê konserekê bide.