Ji nûnerên Kurd yên Swêdê li dijî pakêtê bertek
Ji nûnerên Kurd yên Swêdê li dijî pakêtê bertek
Ji nûnerên Kurd yên Swêdê li dijî pakêtê bertek
Parlamenterên kurd, rewşenbîr û nûnerên civaka sivîl yên Swêdê bertek nîşanê pakêta ku çend roj berê serokwezîrê Tirk Erdogan aşkera kir, dan û gotin ev bersivê dane hewcedariyên gelê kurd û tirk û wiha got: “Lambeya sor ji Pakêta demokratîbûnêre vêxist. Nokteya ku kesên ku pakêtê têr nabîne û rexne dike eve ku, mafê perwerdehiya zimanê dayikê tune û her wiha sererastkirineke derbarê azadiya girtiyên KCK’ê de nîne.
DI PÊVAJOYA KU STATUYA GELÊ KURD NAYÊ NASÎN, PIRSGIRÊKA KURD NAYÊ ÇARESERKIRIN
Seroka Federasyona Kurd a Swêdê Aycan Şermîn Bozarslan da zanîn mafê ku di civîn û xwepêşendanan de propangandaya kurdî kirin girînge lê tenê li dibistanên taybet perwerdehiya kurdî ne raste û wiha got: “Piştî înkar û zextên salan şûnde li cihên ku kurd lê dijîn, divê perwerdehiya zimanê dayikê fermî bê bikaranîn. Divê ev pêngav teqez bê avêtin. Ev teqsît nabin. Ev pêngava hatiye avêtin divê bê avêtin.
Bozarslan got dibê gelek xalên mekaqanûnê bê guhertin û her wiha benda hilbijartinê bê xistin û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê ev pêngav bên avêtin. Pêngava yekemîn eve ku divê çand û zimanê kurd bi awayekî fermî bê nasîn û tiştên pêwist bê kirin. Heta ku statuyê nedin kurdan ev pirsgirêk nayê çareserkirin.
PAKÊTA DEMOKRASIYÊ NÎNE YA MIJULKIRIN Û HILBIJARTINÊ YE
Hevseroka Konseya Kurd a Swêdê Eda Duzgun da zanîn ku pakêta ku Erdogan aşkera kiriye ne pakêta demokrastiyê ya mujilkirin û hilbijartinê ye û got di pakêtê de ji bo daxwazên kurd, elewî, asûrî-suryaniyan tu tişt tuneye.
Duzgun wiha pê de çû: “Pakêta ku tê gotin ya demokratîkbûn û reformê ye, bêyî ku bi gel bidin nîqaşkirin di pişt deriyan de hat amadekirin û piştre tu statu bo kurdan nehat nasîn. Mafê zimanê dayikê xistin asta aboriya mirovan. Ji bo girtiyên KCK’ê tu tişt nehat kirin. Kurdan xwe bi bedelên ku nade gelek tiştên di pakêtê de tê vegotin xistine jiyanê. Gelê kurd xweseriya demokratîk, mafê zimanê dayikê dixwaze û her wiha daxwaza wan eve ku bi dehezaran girtiyên di girtîgehan de bên berdan.
MAFÊ ZIMANÊ DAYIKÊ MAFEKÎ MIROVAHIYE
Parlamenterê partiya Çep yê ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh, bertek nîşanê ku perwerdehiya zimanê dayikê anîne asta dibistanên taybet da û got: “Mafê zimanê dayikê mafekî mirovahî ku divê nîqaş li ser neyê kirinê ye. Ev nekare dewrê dibistanê taybet bê kirin. Her wiha di pakêtê de ji bo azadiya girtiyên KCK’ê tu tişt nehatiye kirin.
Parlamenterê Partiya Gelan yê Rojavayê Kurdistanê Îsmaîl Kader jî got: “Hejmar ne 20-30 mîlyon, mîlyonek be jî dewleta tirk neçare mafê perwerdehiya zimanê dayikê yê kurdan qebûl bike. Zimanê dayikê bi pereyan nayê hînbûn.
PAKÊTEK KU HUNDIRÊ WÊ VALA YE
Serokê Weqfa Kurdî ya Stockholmê Salîh Înce da zanîn ku pakêt bi giştî vala ye û bersivê nade tu bendewariyên kurdan û wiha pê de çû: “Pakêta ku bi aliyê Erdogan û AKP’iyan ve bi hewayeke veşarî hat meşandin, mirovan matmayî nahêle. Li dibistanan mafê perwerdehiya zimanê dayikê nade me, dibêjin biçin di hilbijartinan de bi kurdî biaxivin. Destpêkê wekê marîfetekê tîpên Q,W qedexkirin û niha jî dibêjin me tiştên nû kirine ev serbeste. Mirov dema behsa vê dikin şerm dikin. Pakêt tu tiştekî nade gelê kurd û armanca vê pakêtê ev e ku têkoşîna gelê kurd bidin rawestandin. Armanca Erdogan eve ku hilbijartina bê qeza û bela derbas bike.”
DI PAKÊTÊ DE DEMOKRASÎ NÎNE
Nivîskar-rojnameger Kurdo Baksî da zanîn ku pakêta ku Erdogan aşkera kiriye ne pakêta demokrasiyê ye û got: “Di vê pakêtê de demokrasî cih nagire. Erdogan dema pakêt aşkera kir saetekê axivî. Di vê axaftinê de carekê gotina kurd derbas nebû. Pakêt careke din nîşan da ku kurd wek çîna duyemîn tê dîtin. Zarokên tirk bi zimanê xwe bê pere dê perwerdehiyê bibîne, lê zarokên kurd dê pere bidin û zimanê xwe hîn bikin.
Hiqûqnas Ruşen Arslan diyar kri ku mafê herî sereke yê gelê kurd mafê perwerdehiya zimanê dayikê bû lê di pakêtê de cih negirtiye û got: “Dema rewşa aborî ya kurdan li ber çavan bê girtin, gelê kurd nekare zarokên xwe bişînin dibistanên taybet. Di pakêtê de tê gotin ku navên cihan dê şûnde bê dayîn. Erdogan dibêje navê ku piştî sala 1980’ê hatin guhertin dê bê dayîn. Ger rewş wisa be tu wateya wê nîne. Ji ber navên cihan di darbeya 1960’î de hat guhertin. Bikaranîna çend tîpan hat serbestkirin. Pirsgirêka sereke nehatiye çareserkirin.
Rojnameger Çetîn Çeto jî da zanîn ku pakêt bendewariya gelê kurd nenaniye cih û kêm maye û destnîşan kir ku reformên di pakêtê de hatine aşkerakirin reformên gelek paşverûne.