Ji nimêja Înê ya Sivîl bang: Alîkariyê bidin gelê Rojava

Ji nimêja Înê ya Sivîl bang: Alîkariyê bidin gelê Rojava

Di Nimêjên Înê ya Sivîl de bi hezaran welatiyan ref girêdan û bi kurdî waez hate xwendin. Melayan di weazên xwe de xwest ku, hemû kes alîkariyê bide Rojava û xwestin Kurd bibin yek.

AMED

Bi sedan welatî li Suka Binerd a Selahattîn Eyobî ya li Qada Derê Çiya ya Amedê hatin cem hev û nimêja înê ya sivîl li dar xistin. Li navçeya Farqînê ya Amedê jî bi gelek welatî hatin cem hev û nimêja înê kirin. Li naçveya Bîsmîlê ya Amedê jî welatiyan nimêja înê kirin. Di nimêjên înê de bi kurdî weaz hate dayîn.

WAN

Li Wanê jî weke hemû hefteyan nimêja înê li Înşata Otoparqa Şaredariya Wanê bi tevlîbûna hezara kesan hate kirin. Hejmara welatiyên tevlî nimêjê dibin her diçe zêde dibin. Di dema welatiyan nimêj kirin de polîsên sivîl welatî bi kamerayan kêşandin. Mela Zekî Çîftçî bi kurdî weaz da û anî ziman ku li Tirkiyeyê hêj gelên çanda xwe bijîn astengî hene ola îslamê ji hemû gelan re baweriyekî vekiriye. Çîftçî bal kişand ser doza KCK'ê û xwest ku hemû siyasetmedaêrn Kurd serbest bên berdan.

ÊLIH

Li Êlihê jî nimêja înê bi tevlîbûna hezaran welatiyan baxçeyê çayê yê Şaredariya Êlihê pêk hat. Mela Cesîm Bozkur ber nîmijê weaz dca û xwest ku hemû kes tevkariyê bide aştiyê. Piştî weazê bi hezaran welatiyan ji bo nimêjê ref girêdan.

Li Colemêrgê li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê nimêja înê hate kirin. Li Melezgirê li avahiya BDP'ê, Qoserê li Mala Gela a Şeyh Davut Yalçinkaya, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê, Sêrtê li qada bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Silopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Silopiyê, Cizîr li Mala Şînê ya Gel a li taxa Cûdî, Riha li avahiya BDP'ê ya Rihayê, Serêkaniyê li avahiya BDP'ê û li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jî li Salona Konferansê ya Mûsa Anter nimêjên înê bi tevlîbûna hezaran kesan pêk hat. Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz xwendin û xwestin ku hemû kes alîkariyê bide gelê Rojava. Melayan diyar kir ku, divê Kurd bibin yek û hemû kes tevkariyê bidin aştiyê.