Ji neyîniyên rû bidin, dê AKP berpirsyar be

Ji neyîniyên rû bidin, dê AKP berpirsyar be

'Pakêta Demokrasiyê' ya ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat aşkerakirin, li gel ku bersivê nade bendewariyên ti derdoran, nerazîbûnên li dijî hêviyên vala yên tên afirandin, zêde dibin. Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Lamî Ozgen û Zubeyde Teker pakêt ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin ku li bilî demokrasiyê her tişt di pakêtê de heye. Lamî Ozgen diyar kir ku divê rewşa agirbestê ya 8 mehên dawî ji dest neyê revandin. Zubeyde Teker jî bibîr xist ku Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê dê hefteya bê deklarasyonekê aşkera bike û destnîşan kir ku ji neyîniyên rû bidin, dê hikûmeta AKP'ê ya di neçareseriyê de israr dike, berpirsyar be.

Zubeyde Teker bibîr xist ku her çend di hundirê pakêtê de sererastkirinên erênî hebin jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne pakêteke dihat hêvîkirin e. Teker diyar kir ku der barê qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê de hikûmetê berpirsyariyên xwe bicih neaniye û ji rakirina TMK heta serbestberdana girtiyên nexweş û siyasî, heta rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê, ti sererastkirin li ber çavan nehatin girtin.

KRÎZ LI BER DERÎ YE

Teker da xuyakirin, pakêteke ku xwedî van guhertinên bingehîn nîne, nabe ku di bin navê pakêteke demokratîkbûyînê de bê pêşkêşkirin û diyar kir ku raya giştî pakêtê ji aliyekî şaş ve dinirxîne. Teker diyar kir ku ji bilî erênî yan jî neyîniyên pakêtê, divê bi giranî li ser krîza ji ber bersiv ji qonaxa duyemîn re nehatiye dayîn derkeve holê, were rawestîn. Teker bibîr xist ku Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê dê hefteya bê der barê mijarê de deklarasyonekê biweşîne û got, "Di rewşeke ku gavên ji bo pêvajoya çareseriyê dihat hêvîkirin û vekişîn hatiye rawestîn de, ti aliyê vê pakêtê yê jê re li çepikan bê dayîn, nîne. Hikûmetê, tişta ku diviyabû berî bi salan bihata kirin û tiştên ku di pratîkê de ji xwe bicih tên anîn, li gorî xwe xistiye hundirê kirasekî û daniye ser masê."

Teker got, "Ez hem ji bo gerîla, hem ji bo leşker hem jî ji bo girtiyên li girtîgehan bi fikarim" û anî ziman ku hikûmet hewl dide pêvajoyê dirêj bike û ji bo ewlehiya deshilatdariya xwe bikar bîne. Teker destnîşan kir ku bi vê nêzîkatî û helwestê re, dê li zîndan, çiyê û leşkeriyê mirov jiyana xwe ji dest bidin. Teker da xuyakirin ku dema ew li vê tabloya neyînî binêrin derdikeve holê ku hikûmetê ji bo qonaxa duyemîn gavên bi bawerî û ji dil neavêtiye. Teker destnîşan kir ku ji neyîniyên ji niha û pê de rû bidin, yekser hikûmetê berpirsyar be.

DI SERERASTKIRINÊ DE JI BILÎ DEMOKRASIYÊ HER TIŞT HEYE

Lamî Ozgen jî diyar kir ku divê "Pakêta Demokrasiyê" ji du aliyan ve were nirxandin. Ozgen da xuyakirin ku ji aliyê yekemîn divê divê di warê demokrasî, azadî û wekheviya li Tirkiyê were nirxandin û destnîşan kir ku pakêtê bersiv nedaye daxwazên ti derdoran. Ozgen ragihand uk aliyê wê yê duyemîn gelekî girîng e û anî ziman ku diviyabû pakêt xwedî mîsyona rêvebirina pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bûya, lê pakêt ji vê bêpar e. 

Ozgen ragihand ku gelê Kurd xwedî daxwazên zelal e û got, "Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, benda hilbijartinê, parlamenter, xwendekar, rojnamevan û parêzerên di bin navê KCK'ê de hatin girtin werin berdan, girtiyên nexweş ên veguherîne rewşeke kangrena girtîgehan, serbest bên berdan û gelek daxwaziyên bi vî rengî hene. Dîsa, bi taybetî di Qanûna Ceza û Têkoşîna li dijî Terorê de, tê xwestin ku hemû qanûnên li pêşiya azadiya raman û rêxistinbûyînê asteng in, bê rakirin. Li gel nebûna van, ji bo Elewiyan jî ji rakirina dersên olî yên ji neçarî heta azadiya bîr bawerî, statuya malên Cem, daxwaza Dibistana Rûhban a civata ne Misilman, ti sererastkirin cih negirt û bi vî halê xwe re bersivê nade ti bendewariyên civakê."

KURDAN MIJARA TÎPAN JI MÊJ VE ÇARESER KIRIYE

Ozgen sererastkirina li ser tîpên X, W, Q yên di alfabeya Kurdî de hene nirxand û destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî qedexeya van tîpan ji mêj ve têdikoşe û bi kampanyayên xwe re ji xwe di pratîkê de ev qedexe çareser kiriye. Ozgen ragihand ku heta guhertineke qanûnî di vî warî de neyê kirin ev soz jî vala ye û wiha peyivî: Diviyabû ev guhertin ji zûdeyî bihata nirxandin. Hikûmet vê sozê dike qanûn nake qanûn, li gorî kêfa wê ye. Eger guhertinê nake, bila neke. Ji xwe ev tîp ji aliyê welatiyan ve tê bikaranîn û dê her bê bikaranîn."

DIVÊ REWŞA AGIRBESTÊ YA 8 MEHAN JI DEST NEYÊ REVANDIN

Ozgen da zanîn ku divê hikûmet dest ji vê rêbaza pakêtê berde û diyar kir ku pakêteke bi vê rêbazê derkeve holê, her çend ji bo wan pakêteke hilbijartinê be jî, gelê Kurd û hêzên demokratîk ên li Tirkiyê dê vê nepejirînin. Ozgen ragihand ku ev rêbaza hikûmetê ya derxistina pakêtê hem baweriya li hemberî pêvajoya çareseriyê kêm dike hem jî niyeta hikûmetê ya li pêşberî çareseriya demokratîk û aştiyane radixe ber çavan. Ozgen got, "Ez ne bawerim ku hikûmet bi vê nêzîkatî û niyetê re hilbijartinê bi serketî derbas bike. Ji ber vê yekê, hikûmet di çarçoveya berpirsyariyên xwe de ya divê helwesteke ji bo daxwazên hemû civakê nîşan bide, yan jî dê winda bike. Aliyê vê yê xetere ev e; eger ev nêzîkatî dewam bike rewşa agirbestê ya 8 mehan dikare têkeve xeteriyê û pevçûn ji nû ve destpê bikin. Ev yek dê ji bo civak û mafên civakê yên Tirkiyê bibe windahiyeke mezin. Divê ev yek li ber çavan bê girtin. Pêwîste pêvajo ji dest neyê revandin."