Ji Newroza Îzmîrê bi hezaran silav bo Îmraliyê!

Li qada Gundogdu ya Îzmîrê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Ap‘ û ‘Bê Serok jiyan nabe‘ agirê Newrozê hat vêxistin û Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Agirê Newroza Îzmîrê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Qada Gundogdu ya Konakê hate vêxistin. Ji saetên serê sibehê ve gel bi dirûşmên “Bijî Newroz", "Bijî serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zindanan", “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Bijî têkoşîna gelan” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” herikîn qada Newrozê.

Di Newrozê de li dijî desthilata AKP’ê hêrseke mezin hebû. Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Nûnerê TUHAD-FED’ê Salih Tekîn, Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena û Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay derketin ser dikê, têkildarî girîngiya Newrozê axivîn û spasiya gel kirin.

Piştre Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş derket ser dikê û wiha got: “Êdî dawiya dîktatoriya 20 salî hatiye. Em bi vê hêvî û baweriyê li van qadan e. Bi sala ye hezkiriyên me dîl girtin. Her wiha me erdhejeke mezin jiya. Dema mirovên me di bin kavilan de ketin derdê canê xwe, wan li qesran temaşe kirin. Di rojên me yên herî giran de em terkî tenêtiyê kirin. Lê gel bi destê hev girt û jiyan. Me li dijî karesata sedsalê, piştevaniya sedsalê ava kir. Êdî dema hesabpirsîna sedsalî hatiye. Em ê dawî li vê serdema binemaltiyê bînin. Tayyîp Erdogan hewl dide HDP’ê bigire û bêdeng bike. Ey Tayyîp Erdogan; divê tu baş bizanî ku HDP dê tu caran bi tenê nemîne. Dê gelê Kurd tu carî bi tenê nehêle. Hûn nikarin vîna gelê Kurd bigirin. Lê em ê dawî li kedxwariya we bînin.”

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî got ku aliyekê wan bi agirê Newrozê û aliyê din jî bi serhildanê geş dibe û wiha domand: “Ruhê Newrozê ev e. Her ku dilê me teng dibe, em bi agirê Newrozê germ dikin. Em bi agirê Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan’an xwe germ dikin. Em ê baweriya xwe bi hêza xwe ya azadî û edaletê bînin. Dê pêşeroja xwe ava bikin. Bijî Newroz, bijî azadî.”

Siyasetmedar Sirriya Sureyya Onder jî di şexsê Denîz Poyraz de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Girseyê gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” birî. Li ser vê yekê Onder wiha got: “Ez piştrast im ku birêz Ocalan niha van dîmenan temaşe dike. Dê aştiya li vê xakê li cihê xwe berdewam bike. Ji vir ez bi hezaran silavan bo Îmraliyê dişînim.”

Bi domdarî Onder ev tişt anî ziman: “Di van rojan de du tişt hene ku enflasyona wan heye. Yek kursî ya din jî mase ye. Li her deverê kursî û mase hene. Tenê em tiştekî ji van kursî û maseyan naxwzin. Em li ser wan maseyan tenê çayekî jî naxwazin. Siyaseta we ya sedsala 19’an êdî bûye gilêş. Mîna siyaseta wan, ew bi xwe jî dê biçin sergoya dîrokê. Dê ji wan mirovatî û hêvî bimîne. Bêyî ku bikevin pey kursî û maseyan, em ê vî welatî veguherînin baxçeyê rûyê erdê. Bi wê baweriyê ez we tevan silav dikim.”

Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha axivî: “Sedema encamên giran a erdhejê, desthilat û pergala qirêjî ye. Em ê hesabê ji wan bipirsin. Dê hesabê bidin. Cihekî ku bikarin birevinê tune ye. Ji bo erdhejê dibêjin ‘karesat.’ Lê derewand ikin. Pergala wan a rizî di erdhejê de derket holê.”

Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hedef tê girtin. Em dibînin bê ka kî niha tune dibe. Ji 5’ê nîsana 2012’an ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran kirin. Xwestin her çar parçeyên Kurdistanê dîl bigirin û serî pê bidin tewandin. Xwestin gava ewil jî li Îmraliyê biavêjin. Mejiyê wan tenê ji bo dijminatiya kurdan dixebite. Desthilat tenê ji 2 partiyan pêk nayê. Pergala wan a serdsalî Kurdan û elewiyan tune dihesibîne. Em dikevin hilbijartineke nû. Ev hilbijartin ne di navbera me û AKP-MHP’ê de ye. Ev pirsgirêkeke sedsalî ye. Erdogan û Bahçelî xwedî vê zîhniyeta sedsalî ya înkar û tunekirinê ne. Divê muxalefet nebêje ‘em ê hikûmetê biguherînin û li kursiyên wan rûnin.’ Heke wisa tevbigerin, dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir bibe.”

Axaftina Ozturk bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate birîn.

Di berdewamê de Ozturk bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha derbirî: “Tecrîd, êşkence ye. Gelo weke muxalefetê dê tu gotinên we li dijî vê nebin? Heke hûn vê neyînin ziman, em ê nekarin ji we bawer bikin. Gelo demokrasiya li Stenbolê ma li Amedê demokrasî nîne? Hûn çawa îradeya gelê Kurd tune dihesibînin? Hûn nikarin bibêjin ‘ez li dijî şer im’ lê li hêla din Kurdistanê bombebaran bikin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn. Hûn çima li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in? Piştre jî tên dibêjin ‘em li dijî şer in.’ Newroz, ji bo me xwedî peyameke girîng e. Ez li vir dîsa muxalefetê hişyar dikim; nekevin pey hesabên biçûk. Ocalan dengê aştiyê û temînata jiyana wekhev e. Hedê xwe bizanin.”

Newroza Îzmîrê piştî stranên Dengbêj Xalîde û Koma Hevra bi dawî bû.