Ji MLKP’iyên li Kobanê banga tevlîbûna berxwedanê
Ji MLKP’iyên li Kobanê banga tevlîbûna berxwedanê
Ji MLKP’iyên li Kobanê banga tevlîbûna berxwedanê
Şervanên MLKP’ê ku li Kobanê têdikoş in, bi peyamekê bang li her kesî kirin ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têbikoş n.
Şervanên MLKP’ê peyamek weşandin û bang li hemû gelên Tirkiye û cîhanê kirin ku tevlî şerê li Kobanê tê dayîn bibin.
Şervanên MLKP’ê diyar kirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê didomin û wiha got: “Çeteyên ku bi çekên herî giran û muhîmata di destê wan de êrîş dikin, armanc dikin ku benda Kobanê rakin. Bi wesayîtên bombebarkirî yên bi tonan tên. Ev êrîşên wan texrîbateke mezin didin mewziyan û bajar. Em jî bi biryarek mezin li mewziyên xwe ne. Her wiha piraniya wan hêj negihiştine me em diteqînin. Pêngav bi pêngav pêşde tên. Em li hinek nokteyan li derveyê bajar wan têk dibin.
Şervanê MLKP’ê, şervanê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) bibîranîn û wiha got: “Tepeyê ku heval Paramaz lê şehîd ket hinek ji me dure. Di nava me de hêj çete hene û kolanên ku wa mayîn raxistine. Bêguman em dê hemûyan ji holê rabikin. Emê hem hebûna çeteyan ji holê rabikin û hem jî alên xwe li girê Miştenur biçikînin.Em bi biryarin.
YA ESAS BERXWEDANE
Şervanên MLKP’ê destnîşan kirin ku li Kobanê gelê Kurd li ber xwe dide û der barê êrîşên hewayî yên DYA’yê de wiha gotin: “Ev hemû encama berxwedana me ye. Ger ku wekê wan difikirî Kobanê biketa dê ev yek jî nebûna. Niha jî hewl didin bibin hevkarê berxwedana me. Hewl didin di dilê gelê me de cih bigirin. Lê ya esas berxwedana me ye.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bila kes nefirkire ku ev ked ji bo çend avahiyan tê dayîn. Berxwedana me ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi hev re ye. Arîn, Diyar, Berfîn û Paramaz di vê rê de nemir bûn. Ji bo bilindkirina vê serkeftinê divê em têkoşîna hevalên xwe mezin bikin. Werin hemû di vî şerî bi rûmet de cih bigirin. Bibin hevkarê serkeftina vî şerî.”