Ji Meclîsa Gel a Hesekê banga dest ji malên xwe bernedin
Ji Meclîsa Gel a Hesekê banga dest ji malên xwe bernedin
Ji Meclîsa Gel a Hesekê banga dest ji malên xwe bernedin
Meclisa Gel a Hesekê bang li hemû hemwelatiyên bajêr kir ku guh nedin nûçeyên derew ku têne belavkirn û dixwazin bajêr ji gel wê valabikin bawer nekin û dest ji malên xwe bernedin. Meclisa Gel a Hesekê diyar kir ku hêza wan heye ku aramiya bajêr biparêze.Piştî ku li bajarê Şedadê ya 40 kîlometrê dûrî Hesekê pevçûn di nav Artêşa Azad û rêjîma Baas rû dan û bajar kete destê Artêşa Azad. Hin alî ku dixwazin bajarê Hesekê ji welatiyan vala bikin, nûçeyên ku dibêjin dê pevçûn bigihêjin navenda Hesekê û Artêşa Azad dê êrîşî bajêr bike.
Piştî van nûçeyan hinek welatî dest bi valakirina malên xwe kirin û bajar terk kirin. Derbarê mijarê Meclisa Gel a Hesekê daxuyaniyeke belav kir û bang li hemû pêkhatiyên bajêr kir ku malên xwe terk nekin û rê nedin dizan ku malên wan talan bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirn ku pevçûn di navbera Artêşa Azad û Hêzên Rêjîmê li gelek navçe û bajarên girêdaye Hesekê rûdane, di vê çarçevê de hinek alî nûçeyên derew belav dikin û dixwazin tevliheviyê di nava pêkhatiyên bajêre de çêbikin.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li welatiyên bajêr bi hemû pêkhatiyên wê hate kirin ku van nûçeyên ku têne belavkirin bawer nekin û malên xwe ji diz û talankara re nehêlin. Di berdewamiya daxuyaniya Meclisa Bajarê Hesekê de ji şîniyên Hesekê ji kurd, Ereb, Suryanî û hemû kêmenetewên ku hate xwestin ku li gor rewşa heyî bi berpirsyarî tevbigerin û nehêlin pîlanên ku dixwazin bajêr ji şêniyên wê vala bikin biserbikevi.
Her wiha di daxuyaniyê de bal kişand ku hêza meclisê heye ku aştiyana navxweyî û aramiya bajarê Hesekê ku bûye cihê bi hezaran koçberên ku ji ber pevçûnan koçberî bajêr kirne biparêzin û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li himber kesên ku dixwazin mal û milkên welatiyan talan derkevin.