Ji Marsîlyayê dengê 'NA' bilind dibe

Platforma NA, li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi rengekî bênavber ji bo dengdanê dixebite. Platformê serdana esnafan û gel kir.

Di dema serdanê de hat destnîşankirin, ku ji bo dayina dengan divê welatî li benda roja dawî nemînin û hat gotin, "Ji bo hesabê hevrêyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Lice, Şirnexê li jêrzemînan hatin şewitandin bê pirsîn, ji bo hesabê Dayika Taybet bê pirsîn, divê her kes dengê NA bide."

Platforma NA diyar kir, bi qasî 1200 hilbijêran li Başûrê Fransayê deng dane û bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Duh jî, bûk û zava, ku daweta wan nû qediya, çûn konsolosxaneyê û dengê NA dan.