Ji MAK’ê li dijî bîra petrolê çalakiya sabotajê
Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), li Êlihê li dijî bîra petrolê ya ku dewleta Tirk dagir dike çalakiya sabotajê pêk anî.
Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), li Êlihê li dijî bîra petrolê ya ku dewleta Tirk dagir dike çalakiya sabotajê pêk anî.
MAK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got “Milîsên me 19’ê Çileyê êvarê li Êlihê li dijî bîra petrolê ya aîdî dewleta Tirk a dagirker çalakiya sabotajê pêk anî. Xala petrolê ya ku ser rêya Bati Ramanê ya aîdî Şîrîkatiya Anonîm ya Petrolên Tirkiyeyê (TPAO), ji aliyê milîsên me ve bi taktîka sabotajê hat hedefgirtin.
“Di encama şewatê de bîra petrolê zerareke mezin dît. Piştî çalakiyê gelek wesaîtên agirkujiyê û hêzên dagirkeriyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.”
MAK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavê hemû cîhanê li Rojavayê qetlîaman dike û got “Yên ku li Kurdistanê li dijî gelê me qirkirinê fers dikin bila bizanin ku berxwedana vî gelî dê we jî dewleta we ya dagirker jî têk bibe.”
Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin: “Em hemû şehîdên xwe yên ku li Rojava bi qehremaniyeke mezin li ber xwe dane û şerê man û nemanê gihandine serfiraziyê bi bîr tînin. Em bangî hemû gelê xwe dikin ku li dor berxwedana Tişrînê bibin yek û li dijî dewleta Tirk a faşîst şerê rûmetê mezin bikin.”