Ji lîderên El Qaîdeyê Belmûxtar hate kuştin

Ji lîderên El Qaîdeyê Belmûxtar hate kuştin

Leşkerên Çad yên li Maliyê îdîakirin ku, ji lîderên El Qaîdeyê Muxtar Belmuxtar kuştin.

Televîzyona Çad di nûçeya spartî berdevkek yê artêşê û diyarkir ku, di operasyona li çiyayên Adrar de Ifhogas yên bakûrê Maliyê de gelek kes hatine kuştin û di nava vana de Muxtar Belmuxtar jî heye. weke din jî di nûçeyê de hate îdîakirin ku, dest danîne ser 60 wesayîtan jî.

Çalakiya ku di meha çileyê de li Cezayîrê li tesîsa gaza xwezayî pêkhat û bi mirina 37 dîlan bi encam bûyî Belmuxtar plansazê wê çalakiyê bû. Belmuxtar cara yekem di sala 1989’an de diçe Efxanîstanê û li kampên El Qaîdeyê perwerdeyê dibîne, Belmuxtar eslê xwe ji Cezayîrê ye.

Piştî ku Serok Dewletê Çadê Îdrîs Deby diyarkir ku, lîderek din yê El Qaîdeyê kuştine, mirina Belmuxtar jî piştî wê nûçeyê hat. Deby dabû diyarkirin ku, di pevçûnên li bakûrê Maliyê ji lîderên El Qaîdeyê Abdulhemîd Ebû Zeyîd ji aliyê leşkerên Çadê ve hatiye kuştin. Ebû Zeyîd weke lîderê duwem yê El Qaîdeya Magreb AQÎM tê zanîn.

Rêxistinên weke Mujao Îslamî, El Qaîdeya Magreb û Ensar Dîn di serê sala 2012’an de, piştî derbeya Maliyê herêma bakûrê welat girtin bin kontrola xwe. Fransayê jî bi îdîaya ku dê milîtanên rêxistinên oldarên radîkal xwe amade dikin ku, paytextê Maliyê Bamakoyê bigirin destê xwe, mudaxeleya leşkerî kir. Fransaya ku bi 3 hezar yekîneyên taybet û bi teknîkek giran amadekirî, Çad jî di nav de gelek welat piştiriyê didinê.