Ji lîderê faşîst yê Swêdê banga ‘zêde zarokan çêbikin’
Ji lîderê faşîst yê Swêdê banga ‘zêde zarokan çêbikin’
Ji lîderê faşîst yê Swêdê banga ‘zêde zarokan çêbikin’
Li Stockholmê di dawiya hefteyê de Parstiya Swêdê ya faşîst û nîjadperest çalakiyek pêk anîn bê navber dirûşmeya ‘Swêd ya swêdiyane’ hate berzkirin. Lîderê partiya faşîst Stefan Jacobsson daxwaz kir ku bila girtina îltîcayan bê rawestandin û banga bila Swêdî zêde zarokan çêbikin kir.
Lê çalakiya faşîst bi berxwedaneke mezin rû hev hat. Axaftên nîjadperestan hate protestokirin û di dema meşê de nîjadperest neçar man bisekinin. Nîjadperestdan bi zor û zehmetî meşa xwe temam kirin.
Bi armanca ku çalakiya faşîst û nîjadperestan protesto bikin, heman rojên li qadên cuda yên Stockholmê ji aliyê komên cuda ve çalakî pêk hatin û hinek kom jî li Parqa Humlegarden ya ku dê çalakiya nîjadperestan lê bihata kirin, berhev bûn. Kom zêdetir ji ciwanan pêk dihat. Lê polîsan nehişt kom bikeve qadê û her wiha nehişt rojnameger jî bikevin qada ku nîjadperest diaxivin.
Polîsan ji bo ewlehiyê helîkopter, kuçik xistin dewrê. Ji bajarê Goteborg û Malmo polîs anîn. 300 polîsî ewlehiya 200 nîjadperestî girt.
Dema nîjadperestan de bi meşê kir, komên din dest bi protestoyê kir. Polîsan 8 kesên li dij nîjadperestan girt û du polîs birîndar bû.
ZÊDE ZAROKAN ÇÊBIKIN
Di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Swê ya swêdiyane’ hat berzkirin. Serokê partiyê Stefan Jacobsson daxwaz kir ku divê Swêdê êdî girtina penaberan bide rawestandin û got ji bo avabûna demografîk ya Swêdê neguhere, bila Swêdî zêde zarokan çêbikin.
Endamê meclisa şaredariya Nykvarn ya partiyê, Danîel Sapansk, daxwaz kir ku bila Swêd dest ji polîtîkaya entegrasyonê berde û polîtîkaya asîmîlasyonê bike dewrê.
Di navê navberê de komên li dij nîjadperestan jî dirûşmeya ‘Em li kolanan naziyan naxwazin, bijî piştevaniya eneternasyonlîst’ berzkirin.
PARLAMENTERAN PIŞTGIRÎ DA FAŞÎSTAN
Parlamenterê partiya Demokratên Swêdê ku dijminê biyanî û nîjadane, Stellan Bojerud li ser Twîtterê peyama ‘Hun gelek tiştên xweş dikin, ez vê dibînim. Gelek baş e’ şand û rê li ber bertekan vekir. Nûnerên partiya Demokratên Swêdê diyar kirin ku ew dixwzin Bojerud der barê vê de daxuyaniyek bide û Bojerud jî got ew tawizê nade.
Her wiha li gorî lêkolîna ku Komara Expo kiriye, derket holê ku hejmara komên faşîst û nîjadperest kêm bûye lê, faliyet û çalakiyên wan zêde bûne.