Ji Kurdistaniyên Swêd û Norweçê pîrozbahiya 1’ê Gulanê

Ji Kurdistaniyên Swêd û Norweçê pîrozbahiya 1’ê Gulanê

Li bajarên Gotebor, Malmo, Helsinborg, Gevle, Uppsala û Orebro yên Swêdê û Kurdistaniyên li paytextê Oslo yê Norweçê jiyan dikin, xwepêşandanên ku Partiya Çep ya bi parolaya “Kar, Edalet û Refah” organîze kirî, bi reng, al û pankartên xwe tevlîbûn.

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ku Kurdistanî bi awayek girseyî tevlîbûn, sloganên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya pêvajoya nû ya çareseriyê hatiye destpêkirin dikin hatin qîrîn. Di çarçoveya kampanya bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statû”, bi hezaran îmze hatin komkirin.

Di xwepêşanda 1’ê Gulana li bajarê Orebro serokê Partiya Çep yê berê û Parlementer Lars Ohly da diyarkirin ku, di encama berxwedan û tekoşîna Gelê Kurd neçar mane ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û ew piştgiriyê didin pêvajoya nû.

Piştî xwepêşandana li bajarê Helsinborgê Kurdistaniyên ku hatin Yeketiya Perwerdeya Karkeran û tevlî konferansekî li ser wate û girîngiya rojê bûn. Di konferansa ku pêvajoya nû hate nirxandin de, muzîk hate guhdar kirin.

LI MALMO’YÊ NAVENDA ÇANDA KURDAN HATE VEKIRIN

Li Malmoyê piştî pîrozbahiya 1’ê Gulanê, civînek hate li darxistin, berdevka Çapemeniya Konseya Kurdan Eda Duzgun danezana Konseya Kurd ya li Swêdê ya li ser girîngî û wateya rojê xwend. Di derbarê pêşketinên nû yên li Kurdistan û Tirkiyeyî agahî dan Kurdistaniyan. Kurdistaniyên ku li ber muzîkan govend gerandin, piştre komeleya binavê Navenda Çanda Kurdan ya li Malmoyê vekirin. Dê roja Îniyê jî ji ber vekirina komeleya nû pîrozbahiyekê li darxînin.

LI NORWEÇÊ JI BO AZADIYA OCALAN ZÊDETIRÎ 1600 ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Ciwanên Kurd ku bi navê Ungkurd xwe birêxistin kirî, li qada ku her sal 1’ê Gulanê lêtê pîroz kirin û bi hezaran kes lê kom dibin, di demjimêrên serê sibehê hatin û amadekariyên xwe kirin. ciwanên endamên Ungkurd û Kurdistaniyên partiyên siyasî yên Kurdan bi broşûrên li ser “Ji bo Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê Îmzeyekê bi avêje û piştgirî bide”, “Ji Ocalan û Hemû Girtiyên Siyasî re Azadî” li qadan geriyan û îmze komkirin.

Hinek Norweçiyên ku bi îmzeyan piştgirî dan kampanyayê, ji ber ku bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê di qewimin dişopînin di cih de îmze avêtin û hinekan jî pirskir ka çima îmzeyan kom dikin. Li ser vê yekê Kurdistaniyên ku îmze komdikirin hem bi devkî û hem jî bi broşûrên amadekirine agahî dan Norweçiyan.

Pîrozbahiyên ku sibehê li derdora demjimêr 11’an destpêkir, gelek partiyên siyasî û sendîkayên Norweçê tevlîbûn, her wiha Komeleya Çanda Kurdistanê, Ungkurd, PJAK, PYD û KNK yên ku nûnertiya gelê Kurd dikin cihê xwe girtin. Axaftinên ku di pîrozbahiyê de hatin kirin, behsa rewşa gelên bindest û çîna karker hate kirin, her wiha behsa girîngiya bidestxistina mafên bingehîn û azadî yên gelê Kurd jî hate kirin.

Bi hezaran kesên ku li qadê kombûyîn bi awayek sererast, bi al û flamayên partiyên siyasî û sendikayan ber bi Rêya Karl Johans ve meşiyan. Kurdan jî di serî de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, PJAK, PKK û KCK’ê bilind kirin. Piştî wê girseya ku careke din vegerî Qada Karkeran, li derdora demjimêr 16’an belavbûn. Di pîrozbahiyên ku nêzî 5 seetan dom kir, tu bûyeran rû neda.