Ji Konferansa PYD’ê ya Ewropa rêzebiryar

Rêxistina PYD’ê ya Ewropa konferansa xwe ya 7’an ku di 18 û 19’ê Nîsanê de hate lidarxistin bi dawî kir. Di konferansê de biryarên girîng hatin girin, her wiha 37 endamên nû ji meclîsa PYD’ê ya Ewropa re ji 37 kesan hate hilbijartin.

Rêxistina PYD’ê ya Ewropa konferansa xwe ya 7’an ku di 18 û 19’ê Nîsanê de hate lidarxistin bi dawî kir. Di konferansê de biryarên girîng hatin girin, her wiha 37 endamên nû ji meclîsa PYD’ê ya Ewropa re ji 37 kesan hate hilbijartin.

Konferans ku 2 rojan dom kir li bajarê Fîlîyo yê Holandayê bi beşdarbûnê hevserokên PYD’ê Asya Ebdulah û Salih Muslim, 100 nûnerên nûnerên partiyên û rêxistinên siyasî û kesayetên siyasî ku Kongereya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Kongereya Gel a Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) û Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê (Hevbend) di nav de hate lidarxistin.

Piştî konferans bi dawî bû daxuyaniyek nivîskî hate weşandin. Daxuyanî wiha ye:

ˮDi çerçoveya pêşketina berxwedana ji bo azadiya gelê Kurd û mafê wî yê demokratîk ku tê meşandin de, berxwedana gelê Kurd ku bala hemû cîhanê kişand ser xwe, rêxistinkirina rêxistinkirin gelê kurd li hemû aliyên cîhanê, konferaqnsa 7’an di 18, 19’ê nîsanê de bi armanca bilindkirina asta berxwedana li Ewropa da ku layîqî berxwedan gelê me be, ji bo şopandina bingehên demokratîk ên di nava hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Mezepotamyayê yên resen de bi diruşmeya ˮEm ê dengê Rojava li Ewropa binˮ hate lidarxistin.

Konferansa bi tevlîbûna 250 endamên rêxistinên partiyê yên Ewropa û beşdarbûneke baş a jin û ciwanan hate lidarxistin. Di konferansê de zêdeyî sed mêvanên ji rêxistinên siyasî û kesayetên siyasî ku Kongereya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Kongereya Gel a Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) û Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê (Hevbend) jî di nav de hate lidarxistin. Di konferansê de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser dîktatoriya li dijî nirxên miroavayê ku li Rojhilata Navîn tê kirin û êrîşên terora reş ku mirovahî tev xistiye xeterê. Di axafitnan de pitşgiriya nehcê partiya me hate kirin.

Piştî nîqaş û guftûgoyên li ser nehcê partiya me dom kirin de, raporên sala berê yên siyasî, rêxistinî û dîplomasî ku raporên xebatên jinan û ciwanan jî di nav de hatin xwendin. Li ser kêmasî û aloziyên derketin holê nîqaş hatin kirin. Zordariya ku gelê me jiyan dike û êrîşên têne kirin ku dibin sedema koçberiya gelê hatin nirxanin.

Di Konferansê de hin biryarên ku di konferansa jinan û ciwanan de hatibûn destnîşan kirin hate erêkirin û ev biryarên girîng û hin biryarên din hatin destnîşankirin:

1-Melcîsa Rêxistina Ewropa ji 37 kesan hate hilbijartin, bi nisbeya kotaya ji sedî 40 ji her du zayendan, her wiha endametiya ciwanan jî.

2-Di nava endaman de rêxistinkirin bê pêşxistin, rêxistinkirin ji gund, tax, herêm û bajaran dest pê bike. Zêdekirina hejmaran nisbeta 100 ji 100 yî

3- Di xebatên rêxistinî, çandî, çapemenî, jinan, ciwan û dîplomasî pisporî bê pêşxistin

4-Konferansên herêmî ji hemû rêxistinên partiyê yên li hemû bajarên Ewropa re bêne lidarxistin.

5-Buroyên dîplomasî û ragihandinê yên pariyê yên heyî bêne piratîzekirin û biro li piraniya bajarên Ewropa û paytextên wan bêne vekirin.

6-Dewreyên perwerdeyê yên navendî û herêmê ji hemû rêxistinên partiyê re bêne vekirin û endamên pariyê bêne amadekirin.

Li kêleka biryarên li jor hin plan û pirojeyên din ên hetibûn pêşniyarkirin û di warê pêşxistina xebatên siyasîû rêxistinkirinîû de hatin destnêşankirin û bi taybet di warê xebatên ji nû ve avakirina Kobanê.

Di dawiya konferansê de endamên Meclîsa nû li gorî rewşa cografî hatin hilbijartin.