Ji KNK’ê ji bo pêşniyara Ocalan a 4 konferansa piştgirî

Ji KNK’ê ji bo pêşniyara Ocalan a 4 konferansa piştgirî

Kongeray Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê civîna xwe ya 12’emîn pêk anî. KNK’ê ku bal kişand ser pêvajoya girîng a ji bo gelê Kurd, banga xurtkirina yekitiya neteweyî kir. KNK’ê bal kişand ser pêşketinên li Bakûrê Kurdistanê û piştgirî da pêşniyara Ocalan a ji bo çar konferansên li Amed, Enqere, Hewlêr û Ewropayê û got: ” Em bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku van konferansan bikine platformên aştî û demokrasîya navçeyê û herweha yêkîtîya navweyî.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 12’emîn civîna xwe ya gitşî pêk anî û pêşketin û geşedanên dawî yên li her çar parçeyên Kurdistanê nirxand.

BIHAR ÎSAL ZÛ HAT KURDISTANÊ

KNK’ê got: ”Bihara îsal ji alîyê polîtîk ve zû hate Kurdistanê. Ji serê salê were hêla polîtîkayê di dereceya herî bilind de ber bi pêş diherike. Dewleta Tirkîyeyê li dawîya 2012ê di qonaxeke herî dijwar de mecbûr ma ku digel pêşengê  pêşengîya polîtîk ya Kurdistanê Ocalan rûne û muzakereyê bike. Di serê sala nû de piştî hevdîtina parlementerên BDPê ya digel Ocalanî li Imralîyê êdî aşkera bû ku Ocalanî însîyatîf wergirtîye û du rê danane ber dewleta Tirkîyeyê: Destpêkirina muzakereyan û bi rêya diyalogê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê anjî berdewama şerekî herî wêranker. Bi navê Dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta AKPê û serokwezîr Erdogan her bi çi nîyetê be mecbûr ma û teklîfa Ocalanî ya muzakere û diyalogê qebûl kir. Piştî vê gavên dî li dûv hatin û 21ê Adarê roja Newrozê mesaja Ocalanî derîyê hevdîtinan vekir û adeta bi kombûneke milyonî ya li Amedê xelkê Kurd peyama Ocalanî erê kir. Êdî proseseke nû dest pê kir. KCKê daxwaza pêşengê xwe Ocalan bi cih anî û di 25ê Nîsanê de îlan kir ku paşvekêşana hêzên gerîlla dê li 8ê Gulanê dest pê bike.”

KNK’ê diyar kir ku  doza Kurd û Kurdistanê di nav vê pêşhatina nû de êdî bûye merkeza guherîna navçeyê  û wiha domand: ”Vê guherînê li Başûr û Rojavayê xwe berbiçav kir. Di halê hazir de jî pêşhatina li bakur doz û têkoşîna Kurd û Kurdistanê bi temamî kirîye lokomotîfa guherîna li Rojhilatanavîn. Bi vê însîyatîva nû ya bizava neteweyî ya Kurdistanê li bakur prosesa demokratîzasyona navçeyê bi misogerî ketîye destê Kurd û Kurdistanîyan. Kurd û Kurdistanî hem destkevtên xwe zêde dikin û di nav xwe de sîstemê demokratîk ava dikin, hem jî bizava demokrasîyê ya li cografyaya dora xwe jî dînamîze dikin. Bi hemleya nû ya li bakur êdî tu tişt wekî berê nabe li navçeyê. Kurdan piştî çeperê azad yê li başûr, rojava jî lê zêde kirin. Sûrîye çi rengî bigire êdî nikare vî çeperê destkeftî yê li Rojavayê xirab bike û esasen Kurd û Kurdistanî divê rê nedine hewildanên negatîf jî. Prosesa nû ya li bakur hatîye destpêkirin tesîra xwe ya pozîtîv hêj ji nihe ve daye ser başûr, rojava û hetta rojhilatê jî. Di serî de Ocalan, PKK-KCK, KCD, BDP û hemû xelekên li dorê û dînamîkên Kurd û Kurdistanî di vê prosesa nû de aktîv in. Hemleya nû ya Kurd û Kurdistanîyan bizava demokratîk ya Tirkîyeyê jî dînamîktir kirîye. Hukûmeta AKPê bi navê dewleta Tirkîyeyê halê hazir xwe daye ber vê prosesa nû û meyildar e ku digel Kurd û Kurdistanîyan çereserîyekê pêk bîne. Daxwazên terefê Kurdistanî zelal in û di konjonktura îro de rasyonel in. Dewleta Tirkîyeyê hevdîtinan didomîne lê plan û programa xwe ya çareserîyê zelal nekirîye. Bi zelalîya xwastekan û yêkdengîya terefê Kurdistanî însîyatîva prosesê di destê pêşengên Kurdistanê de ye. Ji ber vê yêkê ye ku dinyaya humanîter û demokratîk piştevanîya vê hemleya Kurdistanîyan dike.”

BALKIŞANDINA SER YEKITIYA NETEWEYÎ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku got: ”Ji bakur, başûr heta rojava û rojhilatê temamî Kurdistanî piştevanîya vê prosesa nû dikin ku eve garantîya însîyatîva pêşengîya polîtîk jî pêk tîne. Serkeftinîya vê prosesê bi temamî girêdayî vê piştevanîya Kurd û Kurdistanîyan e”, wiha domadn: ”Di encama diyalog û muzakereyên digel Dewleta Tirkîyeyê de Kurd û Kurdistanî hindî ku vê tifaqa xwe biparêzin dê ewqas encamgir bin. Biçûk mezin hemû organîzasyonên polîtîk û sivîl yên hemû alîyên Kurdistanê gava li parçeyekî Kurdistanê şert û imkanên çareserîyê hatine pêş, divê piştevanîyeke aktîv digel hevdu bikin ku gavê bi dijminî paşve bidine avêtin û serkevtina xwe saxlem bikin. Gelek aşkera ye ku hêz û dewletên statukoparêz yên navçeyê astengên herî mezin in û dê vê rola xwe ya bêyûm bileyizin. Nîşaneyên vê yêkê têne dîtin. Bi ajaweyên li dora Kerkûkê, bombardumanên li dora Helebê û êrişên li ser Rojavayê ev derûdorên bêyûm naxwazin ku Kurdistanî destkevtên xwe zêde bikin û biparêzin. Lewma Kurd û Kurdistanî li başûr, li rojava, rojhilat û li bakur divê di nav alarmeke bilind ya neteweyî de bin û tifaqa navxweyî xurttir bikin. Çerxa dinyayê firseteke mezin înaye ber derê Kurd û Kurdistanîyan û êdî bi tifaqa navxweyî divê yêk armanc hebe û ew jî divê mutleq serkevtin be. Kurd û Kurdistanî di qonaxa ewilî de li nav dewletên ku tê de û li goreyî şert û mercan û konjonkturê, her bi çi rengî be divê statuyên xwe bi dest ve bînin û biparêzin. Piştî başûr, li rojavayê jî statuyeke ”de facto” heye û divê bê fermîkirin. Prosesa li bakur jî dê di kanalê xwe yê xwezayî de hetmen formekî xweser derêxe meydanê. Proses hêj taze ye û divê neyê sist kirin ku guherînên makqanûnî, qanûnî û îdarî pêk bên. Ev pêşhatinên nû xuya ye tesîra xwe li rojhilatê jî dikin ku Kurdistanîyan dengê xwe beramberî rejima Îranê bilindtir kirine û dûr nîne ku li rojhilatê jî Kurd û Kurdistanî dê hem sîstemê bidine guherîn hem jî statuya xwe bi dest ve bînin.”

HIŞYARIYA NETEWEYÎ

KNK’ê di belavoka piştî civîna xwe de ev bang kirin: ”Bi destpêkirina prosesa nû ya li bakur têkoşîn dê rengekî nû werbigire. Xurtîya bizava neteweyî li bakur di serî de ji organîzebûna piralî tên. Lewma heta axirîn lehzeyê ev organîzebûna piralî divê neyê sist kirin û têkoşîn li goreyî şert û merheleyên nû lê gelek dînamîk bête domandin. Têkoşîna sivîl û demokratîk nabe ku bête rawestandin û cade û meydanên Kurdistanê divê bi dengê ”An Azadî, An Azadî” bêne hejandin. Ji tecrubeyan sabit e ku têkoşîna aktîv û dînamîk serkevtinê bi xwe ra tîne. Lewma di vê prosesa nû de divê rehavet hakim nebe û hişyarîya neteweyî di dereceya herî bilind de be. Garantîya serkevtinîya vê prosesê bi vê dînamîzm û tifaqa navxweyî ve girêdayîye. Dewleta Tirkîyeyê heta axirîn deqîqeyê dê hewil bide ku destkevtên Kurdistanîyan teng bigire. Lê berxwedana demokratîk û sivîl, dînamîzm û tifaqa navxweyî dê serî ji Dewleta Tirkîyeyê bistîne. KNK bi dilgermî xwazyar e ku ev prosese serbikeve û bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku li pişt pêşengîya polîtîk ref bi ref cihê xwe bigirin û li daxwazên xwe xwedan derkevin û bi israr bin.

KNK bi taybetî piştevanîya rêvebirîya polîtîk ya Kurdistana Federal û hemû xelkê me yê başûr ji bo vê prosesa nû ya li bakur teqdîr dike û hêvî dike ku aktîvtir bin û rêya hevgirtina mezin ya neteweyî xweştir bikin.

KNK bihayekî mezin dide têkoşîn û avabûna li rojavayê û hêvîdar e ku ev çeperê neteweyî bête parastin. Garantîya parastina li rojavayê bi tifaqa navxweyî ve rengekî nû wergirtîye û divê sîstemê polîtîk û îdarî li ser esasê koalisyonel yê neteweyî bê pêşvebirin.

REVANDINA MITRANAN ŞERMEZAR DIKE

KNK bizava demokratîk ya li Rojhilatanavîn ji bo hemû xelk û dewletên navçeyê giring û jîyanî dibîne û bangî xelk û dewletên navçeyê dike ku hêzê bidine bizava demokratîzasyona navçeyê. Aştîya li navçeyê di xêra hemû alîyan de ye. Kurd û Kurdistanî û hemû xelk û dewletên navçeyê divê hewil bidin ku Rojhilatanavîn bikine navçeya aştî, demokrasî, wekhevî, dadyarî, aramî, refah û huzûrê. Her provakasyon û arêşekarîya li navçeyê dê zerarê bigihîne navçeyê. KNK di vê çarçoveyê de revandina du matranên Asûrî li Helebê tehlîkeyeke mezin dibîne. Ev tarz kiryar dê navçeyê dînemît bikin. Her kî bin yên ku ev kiryare kirî, divê herdu matranan bê qeyd û şert serbest bikin û lêborîna xwe ji xelkê Asûrî bixwazin.

DESTEKÊ DIDE PÊŞNIYARÊN OCALAN

KNK pêşniyara Ocalanya ku li çar navendan; Amed, Hewlêr, Ankara û Ewrûpayê konferans pêk bên, destekê didê û bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku van konferansan bikine platformên aştî û demokrasîya navçeyê û herweha yêkîtîya navweyî.

KNK 1ê Gulanê cejna karkerên cîhanê pîroz dike û daxwaza serkevtina hêz û çîna karker, kedkar û hemû xelkên bindest dike.

KNK bangî hemû xelkên Rojhilatanavîn dike ku dest bi dest, mil bi mil navçeyê demokratîze bikin, dawîyê li sîstemên antî demokratîk bînin û navçeyê bikine warekî beheştî.

KNK’ê herî dawî derbarê xebatên xwe de ev agahî da: ”KNK 25-26ê Gulanê (2013) Kombûna Giştî (Civata 13.) li Brukselê pêktîne. KNK bi vê civata 13. ve xwe nû dike. Ji seranserê Kurdistanê û hemû meydanên dîasporayê polîtîker û ronakbîrên Kurd û Kurdistanî hatine vexwandin û di van du rojan de dê rewşa Kurdistanê, doza Kurd û Kurdistanê, bi berfirehî bête gotûbêj kirin û perspektîvên nû yên neteweyî bêne tesbît kirin.

Endamên nû yên KNKê ji îro pê ve dê bi detayên dî ve bêne agahdarkirin.”