JI KCDK-E ji bo Ewropayê: Erdogan bixînin ber pêvajoya lêpirsînê

Hevserokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E), bang li welatên Ewropayê kir “Erdogan bixin ber pêvajoya lêpirsînê.”

KCDK-E ya ku daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “ Erdogan ji bo dîktatoriya xwe bi qanûnî bike,faşîzma xwe li gel AKP/MHP’ê di asta hiqûqî û destûra bingehîn de fermî bike, çi ji desta tê dike. Erdogan ji bo di referandûmê de ‘Erê’ der bikeve her cure lîstikên bê exlaqî û qirêj dike, niha jî ser li şidetê daye. Dixwaze ‘Erê’ bi xwîn, şidet, teror û mirinê ji sindoqan derxîne.”

‘BI TERORÊ DIXWAZE ENCAMÊ BIGIRE’

Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “ Şideta kul i Tirkiyeyê û Kurdistanê pêk tîne bi distûran li dijî ‘NA’ yan her cure zext û şidetê pêk tîne, heman pêkanînê li dixwaze li Ewropa jî pêk bîne. Tîm û çeteyên taybet perwerde kirî li Ewropayê terorê dikin. Serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan ê ku destpêkê bi wezîr û parlementeran dixwaze terora siyasî bimeşîne, dema ku dewletên Ewropa rê nedan vê, niha jî li Sefaretxaneyan dixwaze bi terorê ji ‘NA’yan encamê bigire.

Serokkomarê Tirk Erdogan hema hema her roj, sê yan çar caran bi nivîskî û dîdbarî di çapemeniya xwe de di serî de dijûnan dide dewletên Ewropa, Serokwezîr û wezîran, gefan li wan dixwe, jantajên leşkerî û polîtîk li wan dike. Li gel vê jî alîgirên xwe yên li Ewropayê dijî weke hêza lêxistinê birêxistin deke bi rêya Ocaxên Osmaniyan serî li şidetê dide û dixwaze ‘NA’yê bişkîne û rê nedin ku dengê xwe bikar bîne.

Tevî ku bi awayekî fermî qedexeye jî lê di sefaretxaneyên Tirk de wêneyên Erdogan hatine hilawistin, li pêşiya her sefaretxaneyê ji bo hilbijêran ça, meqerne, tiştên weke zêr belav dike, zextê li kesên ku dixwazin dengê xwe bikar bînin dike ku dengê xwe di aliyê ‘Erê’ de bikar bînin. Li serfaretxaneyên Dusseldorf û Strasboûrgê CHP’yiyan kesên ku ça belavdikirin dîmenên wan kişandine û tesbît kirine, hilbijêrên Tirk yên kul i Ewropayê ji bo dengê xwe bikar bînin ji bo wan asankariyê dikin hate tesbîtkirin. Otobûsên beleş yên ku ji aliyê dezgehyên taybet ên mîna “Yekîtiya Îslam a Tirk”, “Hêza Tirk”, “Ocaxên Osmaniya” û “Komeleyên Nîjatperestan ên girêdayî Diyanetê hatin girtin hilbijêran heta pêşiya sefaretxaneyan tînin.

'ÊRÎŞKARÊ Bİ KÊR, NÊZÎKÎ ERDOGAN E'

Di êrîşa bi kêr a pêşiya Sefaretxaneya Brûkselê de, ji aliyê Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan ve hatiye beralîkirin. Kesê ku êrîş pêk anî Mehmet Hargilî Endamê Ocakên Osmaniyan û qeyda wî li Emirdaga Afyonê heye. Di dema hatina Erdogan û wezîrên AKP'yî de di nava parêzvanên wan de cih digirt û bi wan re wêne kêşaye. Wêneyên êrîşkar Mehmet Gargillî bi Wezîrê Karê Derve Mevlût Çawîşoglû û Recep Tayîp Erdogan re ketibûn çapmeniyê.

Ev wêne didin nîşandan ku êrîşkarê ku li Sefaretxaneya Tirk a Brûkselê 3'ê erkdarên HDP'yî yên sindoqan bi kêrê êrîşî wan kiribû, nêzî Erdogan û Çavûşoglû ye. Ev kesê he di heman demê de bi Sefaretxaneya Tirk a Brûkselê re di nava têkliyan de ye. AKP û MHP bi pêşnûmeya ku HDP ji derve di hat girtin de, erkdarên xwe yên li ser sindoqan û ji derveyî sindoqan li ber sefaretxaneyan zêde kiriye. Yek ji van kesan Mehmet Gargilli yê ku 3 erkdarên HDP'yî dabû ber kêran bû. Ev jî baş tê zanîn ku bi li Ewropa bi taybet li Brûkselê kesên ku terorê didin meşandin bi aliyên hinek kesan ve tên beralîkirin. Ji vê beralîkirinê di destpêkê de Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û endamên wezîrên Tirk ên ku li Ewropa yê terorê didin meşandinin.

Çapemeniya Tirk wek her car di vê bûyerê de ji da diyarkirin ku direwan dikin, rastiyan berevajî dikin û ji Erdogan re bêariyê dikin. Di bûyera êrîşa bi kêr a li ser 3'ê erkdarên HDP'yî de jî bi hema şêweyî direwan dikin û dinivîsin. 3'ê HDP'yî yên ku birîndar bibûn weke 'bi êrîka PKK'ê 3 welatî birîndar bûne lense dike' û dixwazin gel ji rastiyan dûr bêxin.

'TERORA ERDOGAN BI SEKINÎNIN!'

Di dawiya daxuyaniya KCKD-E de wiha tê gotin:

"Erdogan û çeteyên wê xwîna ku li Tirkiyeyê dirêjin, şideta ku dikin, terora ku dikin dixwazin bibin Ewropayê. Em bang li welatên Ewropa dikin. Terora Erdogan bisekinînin, giliyên ku akademisyen, rojnamevan, politîkaciyên Kurd ên di derbarê Erdogan û MİT'ê de ku lîsteyek ji mirinan çêkirine cidî bigrin. Ji şantajên Erdogan ên bi penabera dike re serî netewînin û herî dawî sûcên ku Erdogan li Kurdistan û Ewropayê kirîn, pêwîste were darizandin û em bang dikin ku pêvajoya darizandinê bê destpêkirin."